Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin 2022-12-18 11:21:21 ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Sabrî Yumak ku li çoltarê Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, hate definkirin.  Yek ji endamên HPG’ê Sabrî Yumak (Harûn) di encama pevçûneke li çoltarê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî anîbûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Yumak îro cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Cenazeyê Yumak, li gundê Avgamasya yê girêdayî navenda Şirnexê hate definkirin. Tevî dorpêça leşker û polîsan jî gelek kes tev li merasîma definkirina Yumak bûn.