Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin 2022-12-18 12:19:03   NAVENDA NÛÇEYAN – Bi mebesta piştgiriya bi berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li bajarên Rojhilat û Îranê, li gelek deverên cîhanê çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin.    Berxwedana li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatiye destpêkirin, didome. Çalakiyên protestoyî di roja 92’yan de berdewam dikin. Li mezintirîn bajarê rojhilatê Kurdistanê Kirmaşanê li ser hoparlora mizgefteyê strana “Jin, jiyan, azadî” ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye çêkirin hate vekirin. Li bajarên Ciwanro, Seqiz, Urmiye, Tehran, Îze û Ahwazê jî çalakî hatin lidarxistin. Karkerên petrolê yên li bajarên Ahwaz, Manşehîr, Geçsaran, Durgey Xarik, Esaluye û Bêcarê ketin grevê.    Di heman demê de bi mebesta piştevaniya bi berxwedêran re, li welatên Norveç, Danîmarka û Ewropayê jî gelek kes daketin qadan û çalakî li dar xistin.