Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan 2022-12-18 16:27:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serbalyozê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Memet Mevlût Yakut bi rojeva Peymana Şengalê civiyan ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire.    Serbalyozê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Memet Mevlut Yakut û Serokê Herêma Federe yê Kurdistanê yê berê û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li Hewlêrê civiyan. Di civînê de têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatin nîqaşkirin. Têkildarî hevdîtinê Ofîsa Barzanî daxuyaniyek da û da zanîn ku di hevdîtinê de Peymana Şengalê hatiye gotûbêjkirin ku bi zexta DYA û Tirkiyeyê hatibû îmzekirin.    Di daxuyaniyê de têkildarî mijara behsa xeberê wiha hat gotin: “Bicihanîna Peymana Şengalê, vegerandina penaberan a li xaka xwe û girîngiya bidawîkirina êş û elemên xelkê Şengalê hatin nirxandin.”