Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan 2022-12-18 16:51:52   ENQERE - Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê bi daxuyaniyekê xwestin ku derhêner Sîbel Tekîn di zûtirin demê de were berdan.    Di 16’ê kanûnê de polîsan li Enqereyê bi ser mala derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn de girtin û binçavkirin. Tekîn, di 17’ê kanûnê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hat kirin û hate girtin. Kişandinên belgefîlma “Jiyana li tariyê dest pê kir” weke hinceta girtina Tekîn hate nîşandan. Di dema kişandina belgefîlmê de kişandina wesayîta polîsan weke “amadekariya çalakiyê” hate nirxandin. Her wiha dîmenên Tekîn ên di pêvajoya 2013-2014’an de kişandibûn û pirtûka “Çûna Kobanê” jî weke sûc hatin hesibandin.    ‘EM HEVALA XWE DIXWAZIN’    Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê têkildarî girtina Tekîn daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di demên dawî de li dijî derhênerên belgefîlman tundî zêde dibe û ev jî fikarên me zêde dike. Sîbelê di nava 18 salan de kedeke mezin da xebatên Mîhrîcana Fîlma Belgesel a 1001 û yekitiya me. Keseka bi rûken û xwîngerm, bi vê taybetiya xwe her tim moral dida derdora xwe û keseka kedkar e. Ji bo agahî-belgeyan veguhezîne nifşên nû, ev peywir bi dilxwazî li xwe girtiye. Gelo ma em mecbûr in ku her kesên ji bo zarok û ciwanên me tiştên baş dikin ceza bikin? Tekîn, berpirsyariya xwe ya pîşeyî pêk anî. Em ê pêvajoya hiqûqî ya Tekîn ji nêz ve bişopînin. Tu tawanbarî lê werin kirin jî em ê qebûl nekin. Ji ber ku em Sîbelê nas dikin. Lîstina bi jiyana mirovan divê evqas hêsan nebe. Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan û hemû ekîpmanên wê yên hatine desteserkirin lê werin vegerandin.”