Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn 2022-12-18 16:58:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenê bombeyên gazê yên qedexekirî ku dewleta tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi kar anîn hate weşandin.  Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Tirkiye her tim bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de ye. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), dîmenên bombeyên gazê ku li ser “Bombeya destan a gazê” hatiye nivîsandin hatin weşandin.    GAZÊN QEDEXEKIRΠ   Tê gotin ku bombeyên behsa xeberê di Peymana Têkildarî Qedexekirin û Îmhakirina Pêşxistin, Hilberandin, Komkirin û Bikaranîna Çekên Kîmyewî ku di 13’ê çileya sala 1993’yan de li Parîsê hatibû îmzekirin, hatiye qedexekirin. Ji 193 dewletên ku ev peyman îmzekirî yek jê jî Tirkiye ye.    Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dibêje heke bombeyên ku rondikan ji çavên mirovan tînin di şer de bên bikaranîn, weke çekên kîmyewî tên hesibandin.