Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir! 2022-12-18 20:04:31   ÎZMÎR - Hevserokê HDP’a Bodrûmê Mehmet Zahîr Yaşar ê di dema meşa li dijî tecrîd û şer a li Îzmîrê de bi êrîşa polîsan hat binçavkirin, krîza dil derbas kir. Yaşar ê ku anjiyo bû di lênerîna awarte de tê ragirtin.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) û Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) xwestin li dijî şer û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bimeşin. Lê polîsan êriş kir û gelek kes binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin zelal bû. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) 42 kes hatin binçavkirin.    KRÎZA DIL DERBAS KIR   Yek ji welatiyên hatin binçavkirin Hevserokê HDP’ê yê Bodrûmê Mehmet Zahîr Yaşar (55) di dema êrîşa polîsan de krîza dil derbas kir. Yaşar li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê li Yeşilyurtê anjiyo bû. Bijîşkên ku derbarê Yaşar de agahî dan diyar kirin ku anjiyo didome û ew nikarin der barê rewşa tenduristiyê ya Yaşar de agahiyan bidin.   Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Feleknas Ûca jî ji bo rewşa Yaşar hîn bibin çûn nexweşxaneyê.