'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’ 2022-12-19 10:41:14   ENQERE - Rojnamevan Emrullah Acar ê li Girtîgeha Sîncanê bi sê hevalên xwe rojnamevan re tê ragirtin wiha nivîsand: “Em li hucreyên yek kesî ku em roniya rojê nabînin tên ragirtin. Armanc ew e ku îradeya girtiyan bê şikandin.”    Rojnamevan û di heman demê de nûçegihanê ajansa me Emrullah Acar di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi 8 hevpîşeyên xwe di 25’ê mijdarê de hatibû girtin. Acar li girtîgehê nivîsek ango nûçeyek amade kiriye û bi rêya nameyek gihandiye ajansa me. Di ser girtina me re 2 meh derbas bûn.    Li ser girtina me û binpêkirinên mafên me yên piştî wê gelek nûçe û rapor hatin weşandin. Bêyî ku van dubare bikim, ez dixwazim avahî û armanca Girtîgeha Sîncanê ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an ku em weke rojnameger di hucreyên cuda de tên ragirtin vebêjim. Dîroka girtîgehan bi dîroka çînî û dewletê dest pê dike û li gorî xweseriya serdeman dîzaynên cihê digrin. Her çend navên girtîgehên "taybet" ên ku wekî binê erdê, ser erd, qesr, kele û odê hatine çêkirin cuda bin jî, armanc yek in, şikandina vîna girtiyan û têkbirina hêviyên wan e. Ji Eyûb û Yûsuf pêxember, berxwedana Bastille û Saygon, Nelson Mandela û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser dîroka girtîgehê gelek berhemên nivîskî hene. Li aliyê din ji bo Girtîgeha Ewlehiya Bilind ku cureyên nû yên girtîgehê ne û hejmara wan di demên dawî de her ku diçe zêde dibe, çavkaniyên me têrê nakin. Ez ê hem bi çavdêriyê hem jî di nava du mehên ku em li vê girtîgeha ewlehiya wê bilind girtî ne, agahiyên ku min ji girtiyan bi dest xistine parve bikim.    LI GORÎ TEKNOLOJIYÊ HATINE ÇÊKIRIN    Bi "Plana Hilweşînê" ya ku di sala 2014'an de bi biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ket meriyetê, ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd lez da avakirina girtîgehên cureyên nû. Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê girtîgehên nû yên kampusê hatin avakirin. Girtîgehên Ewlehiya Bilind ku girtî ji ber avahiya xwe ya fizîkî weke "geşta fezayê" dişibînin wan ji girtîgehên din cuda dike ne tenê avahiya wê ye. Ji prensîbên rêziknameya navxweyî bigire heya hilbijartina karmendan gelek cûdahî hene. Hemî aliyên girtîgehê, hundir û derve, li gorî teknolojiya zekaya çêkirî hatiye sêwirandin û hemû rêbaz jî li gorî vê sêwiranê têne kirin.   MÎMARIYA GIRTÎGEHÊN EWLEHIYA BILIND    Ji 4+1 blokan pêk tê, her çar blokên Girtîgeha Ewlehiya Bilind ji şane ango hucreyên yek kesî û bloka din jî ji şaneyên sê kesan pêk tê. Xala ku bloka E, ku di navbera Blokên A-D û B-C de ye, ji blokên din cuda dibe ne tenê ew e ku ew ji şaneyên sê kesan pêk tê, lê ev blok bi tena serê xwe ji her du blokên din deverek mezintir digire. Beşek ji qata jêrîn ji bo rêveberiyê, beşek ji bo serdanek vekirî-girtî, qada parêzer, qada werzîşê ya hundur ve hatiye veqetandin. Li ser vê qatê jî qadên girtî hene. Beşek ji qata navîn a bloka E ji bo pirtûkxane, nexweşxane, depo, klîma, qadên werzîşê ve hatiye veqetandin û di beşên mayî de sê hucre hene. Piraniya girtiyên li van hucreyan tên girtin ji girtiyên ku di statuya "mehkumê karker" de tên ragirtin pêk tên û di berdêla pakêteke cixareyê (30-35 TL) de ji sibê heta êvarê weke koleyan tên xebitandin. Girtiyên ku kincên yekreng li xwe dikin, ji paqijiyê heta metbexê, ji kantînê heta belavkirina xwarinê bi keda xwe di gelek karan de tên xebitandin.    MODUL Û HUCRE    Çar blokên cihêreng (A-B-C-D) hene ku li ser çeperên bloka E hatine çêkirin. Di her blokê de pênc beş wekî blokek cuda hatine çêkirin. Ji van beşan re "module" tê gotin. Mîna ku di gerokên fezayê de, her yek ji modulên pêşîn xwedî fonksiyonek e û girêdana wê bi yên din re tenê ji derve tê peyda kirin. Ew di forma 3 bi 6 modulan de, bi tevahî 18 hucre û hewadarkirinek heye. Li ber deriyê her qatê modulên sê qatî "qutiya ewlehiyê" heye. Deriyên hucreyan bi awayek otomotîk ji vê kulubê tê girtin û tên vekirin. Ji vê kulubê re panela deriyê lokal (LKP) tê gotin. Wekî din wê panelek deriyê navendî (MKP) jî heye û fonksiyonên çavdêriya LKP’ê dike.    DANÛSTANDINA NEFESÊ JÎ TÊ TEMAŞEKIRIN    Di hucreyên modulê de, bi serşokê-tuwalet û metbexê re, pencereyên ku li cîhek vala ya 13 metreçargoşe vedibin, dişibin cihek apartmanê ku jê re  penceyerên “tavê" tê gotin heye. Ji qatên yekem û duduyan di nav hesinî û pencereya ku bi tevneke pola dişibe seradê hatiye pêçandin, ne mimkûn e ku asîman û derve bên dîtin. Dema ku qatên jêrîn, ku em ji mehekê zêdetir lê dimînin, di seranserê salê de tav nagirin jî li qatên jorîn 3-4 mehan di salê de tenê 1-2 demjimêran tav distînin. “Qefesa” pola ya ku pencereyan digire (qata binî jî nahêle ku di kunên wê de mêş jî derbas bibin. Qatên jorîn bi qasî tiliyan stûr in) cihên ku heywanên kovî lê tên xwedîkirin tîne bîra mirovan. Demeke kin piştî em hatin girtin, ji bo dîtina hundirê hucreyan kamerayên ku jê re digotin "perdeya tavê” hatin danîn. Bi vê yekê re tê xwestin hewaya ji camên girtiyan dikeve hundir jî bê kontrolkirin. Ev yek adeta gotina "Ez li danûstandina nefesa we jî temaşe dikim” a Biraderê Mezin yê George Orwell tîne bîra mirovan.    MAFÊ HEWADARIYÊ KIRINE MESELEYEK KÊFΠ   Di modulan de li hember 18 hucreyan tenê yek hewadarkirinek heye. Ji ber ku rêziknameyên heyî herî kêm saetekê mafê hewadariyê dide girtiyên li heman qatan dikarin ji yekê zêdetir (herî zêde 6 kes li heman qatê) li hewadariyê hewayê bigirin. Ji bo kesên girtî yanî ceza nexwarine û cezayên heta hetayê hatine cezakirin “mafê çûyîna hewadariyê ji derketina rojê heta rojavabûnê” nayê sepandin. Weke 4 rojnamegeran zêdeyî mehekê me karîbû rojê saetekê bi tena serê xwe derkevin hewadariyê. Her çend ji aliyê fizîkî ve ne mumkun e ku girtî ji hucreyên ku bi tena serê xwe tê de bi girtiyekî din re têkevin têkiliyê jî, sêwirana mîmarî ya bi vî rengî heye ku girtiyê di hucreya din de dengê lingên hev bibihîzin hatiye çêkirin.    SEPANA LIHEV BÎNE-TEVLIHEV BIKE    Bi heman rengî pratîka "lihev bîne û tevlihev bike” ya di dema faşîzma 12'ê Îlonê de jî bi ser neket, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind tê ceribandin. Girtiyên siyasî, endamên Cemaeta Gulen, DAIŞ û kujerên jinan di hucreyên cuda yên heman modulê de hene.    RENG Û DENGÊ KURDAN QEDEXE YE    Destûr nayê dayîn ku pirtûk, kovar, name û heta pirtûkên duayan yên kurdî bikevin girtîgehê. Her wiha hin weşanên tirkî yên naveroka wan polîtîk ku di tu pêvajoya hiqûqî de nehatine qedexekirin jî destûra nayê dayîn bikevin girtîgehê û nadin girtiyan. Ev qedexekirin diyar dikin ku bi biryarên kêfî ne. Pêlavên marka Mekap, cilên herêmî, wêneyên malbatê yên bi rengên kesk, sor û zer, wêneyên bi kincên herêmî hatine kişandin ji girtiyan re qedexe ye. Zihniyeta ku zimanê kurdî qadexe dike, bi hinceta ku hem reng û hem jî pêlavên kurdan wê moral-motîvasyonê bide girtiyan qedexe dike. Wekî din, ez texmîn dikim ku tu raveyek din tune ye!   GOTINA DAWÎ BERXWEDÊR DIBÊJIN    Min li gel hin girtiyên ku ev demeke dirêj e li vir girtî ne sohbet kir. Girtî di sohbetan de diyar dikin ku li gelek girtîgehan ev sepan hene û wê sepanên kêfî yên Girtîgeha Ewlehiya Bilind nikaribin bigihîjin armanca xwe. Girtiyan işaret bi avakirina tîpên nû yên girtîgehê û lûtkeya berxwedana girtiyan a demdirêj kirin. Girtiyan têkildarî van girtîgehên ewlehiya bilind û tiştên li girtiyan tên ferzkirin dibêjin, “Gotina dawî wê ji bo her demê berxwedêr bibêjin.” Ev hevok nîşan dide ku têkoşîn dê dijwar derbas bibe û wê dem ka nîşan bide armanca bi girtîgehên ewlehiya bilind tê xwestin dê bigihîje armanca xwe an na.    MA / Emrullah Acar    Girtîgeha Sîncanê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an B-2-18