Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime 2022-12-19 13:51:33   ŞIRNEX - Hat zanîn ku li Çiyayê Cûdiyê ku operasyona leşkerî lê didome li qada Girê Sor şerek dijwar diqewime.   Li Çiyayê Cûdî ku di navbera navenda Şirnexê û navçeya wê Silopiya de cih digire ji 15’ê kanûnê vir ve operasyona leşkerî lê didome. Operasyon bi piştgiriya helikopter û ÎHA û SÎHA’yan tê kirin. Hat zanîn ku li qada Girê Sor di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şerek dijwar diqewime. Nayê zanîn ku di şer de kuştî û birîndar hene an na.