Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin 2022-12-19 14:16:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Sêyemîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Dîlokê “Rapora Binpêkirinan a Rojane” ya ku DFG’ê di 6’ê tîrmehê de weşandibû asteng kir.    Sêyemîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Dîlokê di çarçoveya daxwaza parêzer Fevziye Karaer de, ji bo naverokeke li ser malpera înternetê ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) hatiye parvekirin biryara astengkirinê da. Naverokên “Rapora Binpêkirinan a Rojane” ku di 6’ê tîrmehê de hatiye weşandin û binpêkirinên li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê vedibêje, hatin astengkirin.    Di beşa têkildar de wiha tê gotin:    “- Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji bo nûçeyên derheqê kuştina Pisporê Kardiyolojiyê Ekrem Karakaya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê hatibû kuştin, biryara qedexeyê da. 5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Konyayê bi biryara hejmar 2022/2828’an re nûçeyên têkildarî bûyerê qedexe kir.    - Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Yakûp Demîr dema li navçeya Sûr a Amedê rageşiya di navbera esnaf û polîsan de dikişand, rastî êrişa parêzer Fevziye Karaer ku endama Baroya Dîlokê ye hat. Ji ber êrişa Karaer, biriyê Demîr şeq bû.   - Bi hinceta ku Parlamenterê HDP’ê Mehmet Tiryakî di bernameyeke Halk TV’yê de ji bo Abdullah Ocalan peyva ‘birêz’ bi kar anî, cezayê rawestandina 3 bernameyan dan kanalê.    - Rojnameger Can Atakli ku ji ber gotineke xwe ya li dijî mamosteyeke bidersok ku ji dûr ve perwerdeyê dide, bi îdiaya ‘Dijminatî û kînê di nava gel de çêdike û wan biçûk dixe’ hat darizandin. Di dozê de 10 hezar û 110 lîre cezayê pereyan lê hat birîn.