Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin 2022-12-19 15:28:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên protestokirina êrişa li dijî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu de ev peyam hate dayîn: “Em ê şimaqa herî mezin li ser sindoqê li bin guhê AKP’ê û pêşmêrên wê bixin.”    Duh di dema meşa Nobeta Edaletê ya Stenbolê de polîsan êrişî girseyê kir û polîsekê êrişka şeqek li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ferhat Encu xist. Bertekên li dijî êrişa polîsê nîjadperest her ku diçe mezintir dibin. Têkildarî êrişê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.    WAN   Rêxistina HDP’a Wanê têkildarî mijarê li pêşiya AVM’a Perîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ne Roboskê û ne jî şimaqa li Ferhat Encu hatiye xistin ji bîr nekin. Hûn dê hesaba vê bidin.” hatibû vekirin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev êriş, êrişeke jirêzê ya kesên xwenenas, neperwerdekirî, bêdisiplîn, hiqûqnenas û bêhed nîne. Zimanê dabeşker û cihêkar ê îktîdarê rê li ber van êrişên terêf vedike. Em dibin şahid ku polîs di gelek çalakiyan de li dijî gel û nûnerên me tundiyê bi kar tînin. Faîlên biûnîforma ji hêla dewletê ve tên parastin. Dê ne tecrîd û ne jî siyaseta dabeşkar nekare rê li ber têkoşîna siyasî ya demokratîk a gelê me bigire.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Dê roj were û AKP hesabê bide gel” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bi dawî bû.    COLEMÊRG   Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî êrişê li ber avahiya xwe ya navendê daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Colemêrgê, rêveberên HDP’ê yên navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û gelek welatî jî di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne Roboskê û ne jî şimaqa li Ferhat Encu hatiye xistin ji bîr nakin” hate vekirin.    Parlamenter Saît Dede di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Rewşa AKP-MHP’ê roj bi roj xerabtir dibe. Her ku winda dikin, bêhtir tehemûla dengê muxalefetê nakin. Mîna çeteyan êrişeke qirêjî li dijî Ferhat Encu hate kirin. Her ku AKP winda dike, krîza kûrtir dibe û bêhtir êrişî kurdan dikin. Ew şimaq di şexsê Encu de li tevahiya gelê kurd û muxalefetê hatiye xistin. Tişta ku duh qewimî, nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî gelê kurd nîşan dide. Em ê şimaa herî mezin li ser sindoqê li bin guhê AKP’ê û pêşmêrên wê bixin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Zextên we dê nekarin me têk bibin” bi dawî bû.    AGIRÎ   Li Agiriyê jî li pêşiya avahiya rêxistina HDP’a Bazîdê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan anî ziman ku şimaqa li Enuc hatiye xistin, li tevahiya gelê kurd û hêzên demokrasiyê hatiye xistin. Ceylan, daxuyand ku polîtîkayên dijminatiyê yên îktîdarê kiriye ku hêzên ewlekariyê bêhed tevbigerin û êrişî gel û nûnerên wan bikin.    ÊLIH     Li pêşiya avahiya HDP’a Êlihê jî daxuyaniyeke girseyî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext dê nekarin me têk bibin” hatibû daliqandin. Hevseroka HDP’a Êlihê Hurriyet Kaytar di daxuyaniyê de axivî û got ku dê li dijî hewldana têkbirina muxalefetê, derbkirina kesên li edaletê digerin û êrişên bêperwa dengê xwe bêhtir bilind bikin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.    Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî got “Êriş li ser fermana wezîrê karên sûcan Suleyman Soylu hatiye kirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bertekên li dijî îşkence û tecrîda li girtîgehan mezin dibe. Dayik jî li dijî van daketin qadan. Ji bo ku bibin dengê girtiyan jî xwestin li Kadikoyê bimeşin. Lê belê polîsan ku ji girseyê ditirsin û dijminatiya kurdan dikin êriş kirin.”    EDENE    Rêxistina HDP’a Edeneyê jî li avahiya ÎHD’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş pirsa “Gelo ev polîs vê rayeya şimaqdayînê ji ku digire?” kir û ev tişt anî ziman: “Memûrên dewletê yên mûçeyan digirin, wî hedî di xwe de dibînin ku şimaqê li kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin û li mafên xwe digerin bidin. Ev yek bêperwatî ye.”    HATAY   Rêxistina HDP’a Îskenderûnê li pêşiya avahiya xwe têkildarî mijarê daxuyanî da. Gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn di daxuyaniyê de axivî û got ku şimaq ne tenê li Encu lêl i tevahiya hêzên demokrasiyê û vîna gel hatiye xistin.    Rêxistina HDP’a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û êriş şermezar kir.    MÊRSÎN   HDP’a Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Mêrsînê parêzer Hoşyar Sariyildiz daxuyanî da û wiha bertek nîşan da: “Ew şimaq, li siyaseta demokratîk hatiye xistin. Divê ev şimaq kesên hewl didin li vî welatî guhertinekê bikin jî têxe nava liv û tevgerê.” s