Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin 2022-12-19 15:36:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên salvegera 22’yemîn a operasyona li girtîgehan bi navê “Vegera Jiyanê” qewimî pêk hatin de hat xwestin ku girtîgehên tîpên F, S û Ewlehiya Bilind bên girtin.    Di sala 2000’î de girtiyan li dijî dijî girtîgehên Tîpa F’yê çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin. Di 19’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehan di bin navê “Operasyona Vegera Jiyanê” de qetlîam pêk hatin. Nêzî 30 girtî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî salvegera 22’yemîn a qetlîama li girtîgehan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.    'BILA TÎPÊN F Û S BÊN GIRTIN'   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li ber Girtîgeha Umraniye ya Tîpa E’yê daxuyanî da û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn beşdar bû. Şaxên ÎHD’a Amed, Mêrdîn, Riha, Stenbvol, Enqere, Hatay, Mêrsîn, Edene û Antalyayê li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û ÎHD yên şaxên Îzmîrê li ber Girtîgeha Kiriklara Bûcayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyên hevpar ku hatin dayîn de nerazîbûn li dijî qetlîama li girtîgehan pêk qewimîbû hat nîşandan û di daxuyaniyan de bang li rayedaran hat kirin ku demildest girtîgehên tîpên F, S û Ewlehiya Bilind bên girtin.