Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn 2022-12-19 15:56:15 ŞIRNEX - Dayika Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê mabû û mele Hesen Sanir ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hatibû hiştin, hatin bîranîn.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku di sala 2015’an de Taybet Înan a ku di qedexeya derketina derve ya Silopiya de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ji ber şer mabû, li cihê lê hatiye qetilkirin bi girseyî hat bîranîn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnex û navçeyên wê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn.   Girseyê qerenfîl danîn ku cihê ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin. Girse piştre derbasî mala Dayika Taybet bûn.    ‘EM LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DIDIN’    Di bîranînê de hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag axivî. Akdag diyar kir ku ew ê wê zilma ku li ser cenazeyê Taybet Înan hatiye kirin jibîr nekin û wiha axivî: “7 sal berê dayika me Taybet li Sîlopiyayê bi hovitiyeke mezin hate qetilkirin. Cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Em di şexsê Dayika Taybet de kesên ku di wê demê de hatine qetilkirin bibîr tînin. Em wê zilma ku li ser gelê kurd hatiye kirin jibîr nakin û heta dawiyê em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”   ‘DAYIKA WE HEMÛYAN E’   Piştre kêça Taybet Înan, Halîme Akin axivî. Akin jî got: “Ew ne dayika min tenê ye, dayika we hemûyan e. Ez spasdarim ku di her roja qetilkirina wê de hûn dayika me bibîr tînin. Ew roj weke îro her tim li ber çavê me ye em ê jibîr nekin.”   ‘EM JI BÎR NAKIN’   Piştî axiftina girse derbasî mala Mele Hesen Sanir ê ku di qedexeyan de hatibû qetilkirin û cenazeyê wî jî 13 rojan li malê hatibû hiştin bûn. Li wir jî li ser navê girseyê Dayika Aştiyê Emîne Ozek axivî û wiha got: “Em vê zilmê şermezar dikin û em jibîr nakin. Îro jî li her deran kuştin û komkujî çêdibin. Heta ku kujerên Dayika Taybet û mele Hesen diyar nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em naxwazin kuştin çêbibe. Îro zarokên me tên kuştin, dayikên me tên binçavkirin. Divê ku em li dijî vê li ber xwe bidin û qebûl nekin.”    ‘MELEYÊ SERDEMÊ BÛ’   Di dawiyê de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen jî bal kişand ser kesayeta mele Hesen û got: “Mele Hesen bi me re di nave xebatan de bû. Her tim di nava gelê xwe de bû. Mele Hesen meleyê serdemê bû. Em ê wan cangoriyan ji bîr nekin. Ew hişmendiya ku dayika Taybet û mele Hesen qetil kirin hê didome. Lê li dijî vê tekoşîna me jî didome.”