Semra Guzel: Ev doz, kompas e 2022-12-19 16:23:30   ENQERE - Di danişîna doza derheqê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de biryara bisînorkirina parêzeran hate dayîn. Guzel, doz weke kompas pênase kir.    Piştî ku çendek wêneyên di lêpirsîna sala 2017’an a derheqê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de li ser çapemeniyê hatin parvekirin, parêzbendiya wê hate rakirin û di 3’yê îlonê de hate girtin. Danişîna doza Guzel a ewil li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, gelek parêzer û beşdar tev li danişînê bûn.    JI BO GUZEL HEJMARA PARÊZERAN BISÎNOR KIRIN    Şandeya dadgehê di danişînê de weke karê destpêkê biryar da ku tenê 3 parêzer bikarin parastina Guzel bikin. Parêzer Sînem Coşkun li dijî biryarê rabû û wiha got: “Miwekîl hêjta parlamenter e. Bisînorkirina parêzeran tê wateya binpêkirina xala 36’an a Makeqanûnê û xala 14’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Em ê biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ya bi dîroka 1963 jî pêşkeşî dadgehê bikin. Divê dadgeh ji KHK’an zêdetir, girêdayî peymanên navneteweyî û dadgehan be. Ev yek tê wateya binpêkirina mafê parastinê. Daxwaza me ew e ku hûn ji biryara xwe vegerin.”    Dozger jî îdia kir ku biryara dadgehê li gorî mewzûatan e û xwest ku îtîraz were redkirin.    Şandeya dadgaehê biryara navberê da, daxwaza parêzaran red kir û biryar da ku tenê 3 parêzer bikarin parastina Guzel bikin.    Piştre jî danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Guzel, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    DAXWAZA RAWESTANDINA TEQÎBATÊ   Piştre jî parêzer Eylem Arzu Kayaoglû daxwaza rawestandina teqîbatê kir û ev tişt anî ziman: “Li ser miwekîla min operasyona binhişê hate kirin. Parêzbendiya qanûndanînê hêj didome. Dozgerê lêpirsînê nikare delîlan kom bike lê li dijî wê gelek karûbar hatine kirin. Anku dozger sûc kiriye. Ez dixwazim ku hemû delîlên piştî 24’ê hezîrana 2018’an ketine nava dosyaya teqîbatê ji dosyaya lêpirsînê bên derxistin.”   Dozger jî xwest ku ev daxwaz bê redkirin. Şandeya dadgehê jî biryara navberê da û got ku ev daxwaz di rûniştineke din de bê nirxandin. Piştre jî dozger mutalaaya xwe xwend û xwest ku rewşa girtî ya Guzel bidome.    SEMRA GUZEL: EV DOZ KOMPAS E    Parlamentera HDP’ê Semra Guzel jî got ku bi salan piştre wêneyê behsa xeberê li ser çapemeniyê hatiye weşandin û wiha got: “Anku dibêjin kengî dema wê hat em ê wê demê bi kar bînin. Ev doz, kompas e. Ez gelê me û jinên ku têdikoşin silav dikim. Rewşa min a girtî dike ku ez nekarim xebatên xwe yên parlamenteriyê bidomînim.    DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE HATIM ÎŞKENCEKIRIN   Heta girtekên Meclisê jî nadin min. Girtina min a ji ber van wêneyan neheqî ye. Çapemeniyê hatiye rewşeke wisa ku min didarizîne. Ji bo ku hûn bikarin bibêjin darizandineke adilane ye, divê hûn dosyayê micid lêkolîn bikin. Di dema binçavkirin û girtinê de îşkence li min hat kirin. Lê belê tenê yek lêpirsîn nehate vekirin.”    Piştre jî parêzer Senem Doganoglû axivî û got ku piştî wêneyên behsê xeberê ji hêla îktîdara siyasî ve hatin şîrovekirin, miwekîla wê hatiye girtin.    DÊ ŞAHIDÊ NEPEN BÊ AMADEKIRIN   Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Guzel bidome, hinek daxwazên hatine kirin di rûniştineke din de werin nirxandin, şahidê nepen Ezel li dadgehê bê amadekirin û ji bo belgeyên rakirina parêzbendiya Guzel jî ji Sekreteriya Giştî ya Meclisê re muzekkere bê nivîsandin.    Danişîna dozê taloqî 20’ê sibatê hate kirin.