'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’ 2022-12-19 16:31:30 ENQERE – Parêzer Mehtap Sakîncî Coşgun da zanîn ku derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatiye girtin û wiha got: “Lê hêjta biryar nedane bê ka kîjan rêxistin e. Em ê li dijî hewldana bêîtîbarkirinê têbikoşin.”    Derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn di 16’ê kanûnê de li Enqereyê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Têkildarî girtina Tekîn, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî hate dayîn. Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Basin-Îş, Sendîkaya Kedkarên Çapemenî Ragihandin û Postayê (Haber-Sen), Kaos GL, Yekitiya Sînemagerên Belgefîlman û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dengê kolanê nayê girtin, bila sînemagera belgefîlman Sîbel Tekîn were berdan” hatibû daliqandin.    SEDEMA GIRTINÊ: BELGEFÎLM   Di daxuyaniyê de ji ewil endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevînç Koçak axivî û got ku girtina Tekîn li dijî hiqûqê ye. Koçak, got ku dadgeh û rayedarên girtîgehê nizanin bê ka Tekîn bi tawanbariya kîjan rêxistinê tê darizandin û ev tiş anî ziman: “Kişandina belgefîlman sûc nîne. Dema Tekîn hate berdan dê karê xwe dîsa bidomîne. Bila dawî li vê rewşa girtî û neheqî û bêhiqûqtiyê bînin.”    Li ser navê Yekitiya Sînemagerên Belgefîlman jî Tufan Taştan axivî û got ku Tekîn li gorî pêwîstiyên pîşeyî tevgeriyaye û wiha got: “Bi Makeqanûnê mafê me hatiye mîsogerkirin ku li qadên cemaweriyê em belgefîlman bikişînin. Arşîvkirina belgeyan jî berpirsyartiyeke me ya pîşeyî ye. Divê Tekîn tavilê were berdan û ekîpmanên wê lê werin vegerandin.”    HEWL DIDIN SÛCDAREKÎ BIAFIRÎNIN   Parêzera Tekîn, Mehtap Sakîncî Coşgun jî têkildarî mijarê wiha got: “Hêj nehatiye diyarkirin bê ka Tekîn endama kîjan rêxistinê ye. Heta ku Tekîn tê berdan û îtîrabara wê lê tê vegerandin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku Sîbelê bernedin ketin nava hewldanan. Zêdebûna ekîpmanan weke hinceta dirêjkirina binçavkirinê nîşan dan. Wesayîtên ku bi awayeke rasthatî ketin ber kadraja Sîbelê weke sûc tê nîşandan. Ev pergal hewl dide sûcdarekî biafirîne. Em ê li dijî hewldanên bêîtîbarkirinê têbikoşin.”   Di daxuyaniyê de her wiha Seroka Şaxa TGS’a Enqereyê Sîbel Hurtaş, Endamê Lijneya Rêveber a ÇGD’ê Burak Ustaoglû, serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balcan û li ser navê Kaos GL’ê jî Yildir Tar axivîn û bertek nîşanî girtina Tekîn dan û xwestin tavilê were berdan.