Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e 2022-12-20 09:07:32   EDENE - Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan astengiya herî mezin a li ber demokrasî, aştî û pêşketina aboriyê ye û ji bo beşdariya li mitînga ku dê di 24'ê kanûnê de bi dirûşma "Ji şer û xizaniyê re na" bê lidarxistin bang kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 24'ê kanûnê de li Edeneyê û di 25'ê kanûnê de jî li Êlihê bi dirûşma "Ji şer û xizaniyê re na" li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn, Metîna û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li Îmraliyê du mîtîngan li dar bixe. Mitînga li Edeneyê dê saet di 14.00'an de li Qada Ûgûr Mûmcû bê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê wekî axivêr tev li mitîngê bibin û hunermend Cevdet Bagca û Hozan Mertal jî dê derkevin ser dikê.    Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş têkildarî xebatên ji bo mitîngê axivî û ji bo beşdariya li mitîngê bang kir.    Karakiş anî ziman ku li taxan dest bi xebatan kirine û got ku li navçeyên Seyhan, Ceyhan, Yuregîr, Çûkûrova û Sariçamê bi gel re civiyane û li ser girîngiya mitîngê sekinîne. Karakiş da zanîn ku ji bo mitîngê serî li Walîtiya Edeneyê dane û got: "Amadekariyên teknîkî yên mitîngê temam in. Em wisa difikirin ku dê mitîngeke qelebalix be. Dê bi hezaran mirov di vê mîtîngê de li hev kom bibin. Em ê bi hev re biqîrin û bibêjin, 'ji şer û xizaniyê re na.' Naveroka mitîngê; li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê edalet, li dijî xizaniyê dabeşkirineke wekhev, li dijî zordestiyê azadî, li dijî kedxwariyê mafê kedê û li dijî faşîzmê demokrasî ye."    ‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN TECRÎD E'   Karakiş destnîşan kir ku pirgsirêka herî girîng a welêt astengî ye û ev tişt gotin: "Çima divê tecrîd bê rakirin? Beriya her tiştî birêz Ocalan di warê modela fikir, jiyan û rêxistinkirinê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn de realîteyek e. Tevahiyê muxalîf û entelektuelên cîhanê vê realîteyê qebûl dikin. Sûdê ji fikirên birêz Ocalan û modela wî ya rêxistinkirinê digirin. Tirkiye bi tecrîdkirina birêz Ocalan, dixwaze polîtîkaya xwe ya sedsalî bidomîne. Ev polîtîka çi ye? Perçe bike û tune bike ye. Anku dewama polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê ye. Ocalan jî bi fikra xwe û pespektîfa xwe vê pêvajoyê bi awayekî daye sekinandin. Anku gelê kurd û gelên din, di raya cîhanê de li ser zemîneke rewa daye sekinandin. Lê bi domandina tecrîdê re, dixwazin vê pêvajoya qirkirin û înkarkirinê bi awayekî bidin domandin. Di tecrîdê de înkarkirin û qirkirin heye. Israrkirina di polîtîkayên rantê û şer de ye. Xizanî ye. Heya ku ev tecrîd bidome dê li vî welatî ne aştî, ne aramî û ne jî pêşketina aboriyê çêbibe. Divê polîtîkayên tecrîdê û înkarkirinê bidomin. Ger ev pêk bê, dê aramî bê Tirkiyeyê. Dê aborî pêş bikeve."   Karakiş di dawiya axaftina xwe de ji bo beşdariya li mitînaga ku dê di 24'ê kanûnê de bi dirûşma "Ji şer û xizaniyê re na" bê lidarxistin bang kir.