Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin 2022-12-20 09:08:35 STENBOL - Parêzerê OHD'î Tahîr Demîrcî ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da, destnîşan kir ku divê baro peywira xwe bi cih bînin.  Hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û astengiyên li ber hevdîtina bi parêzeran re didomin. Piştî serlêdana li Wezareta Dadê, serî li gelek baroyan jî hat dayîn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), li Stenbol, Îzmîr, Amed û Şirnexê serî li baroyan dan û xwestin ku baro tevbigerin.    BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVÎ   Parêzerê OHD'î Tahîr Demîrcî ku têkildarî serlêdanên ku kirine axivî, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovî ye. Demîrcî bibîr xist ku Îmralî di sala 2017'an de ji aliyê Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) ve daxilî nava pêvajoya venihêrînê hatiye kirin, lê Tirkiye di vî warî de polîtîkayeke der hiqûqa gerdûnî esas girtiye. Demîrcî got: "21 meh in xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Nepêwendiyeke mutleq heye. Ji bo rakirina vê tecrîda mutleq û li dijî nexebergirtinê me serî li hin platforman da."    'TU ÎZAHEKE WÊ YA HIQÛQÎ TUNE YE'   Demîrcî destnîşan kir ku tecrîda heyî bi hiqûqê nayê ravekirin û wiha axivî: "Ji lew re gava em di warê hiqûqî de bi pirsgirêkekê re rûbirû bimînin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê hiqûq tê bikaranîn. Rêbaza çareseriyê di vî warî de esas tê girtin. Lê niha di warê hiqûqî de tu şop xuya nakin. Yanî ji ber ku ne pirsgirêkeke hiqûqî ye, nayê çareserkirin. Ev yek bi temamî siyasî ye û divê li gorî konjuktura siyasî esas bê girtin. Astengkirina arêzerekî ya bi muwekîl re bi tu hincetê nayê sînordarkirin."    Demîrcî destnîşan kir ku cezayên "dîsîplînê" yên li Ocalan tên birîn jî bi hiqûqê nayên îzahkirin û wiha got: "Raya giştî dizane ku sedema sereke ne ev e." Demîrcî bilêv kir ku haya wan ji tenduristiya Ocalan tune ye û nizanin bê ka Ocalan bi kîjan pêkanînan re rû bi rû dimîne û wiha pê de çû: "Her ku tecrîd giran dibe û bêpêwendiya mutleq didome, fikar û tirs jî zêde dibin."    HÊZA ÇARESERKIRINÊ YA OCALAN   Demîrcî bal kişand ser hêza Ocalan a ji bo çareseriyê û muxatabiya wî ya di meseleya kurdî de û wiha got: "Me di pêvajoyên çareseriyê yên berê de jî dît ku bê hevdîtina bi Îmraliyê re çi qasî hewce ye û girîng e. A rast rayedar jî bi vê dizanin. Niha tişta ku em pê re rû bi rû ne, têkildarî nerojevkirina mijara tecrîdê ye. Helbet ev yek bi xwe re xitimandineke siyasî jî tîne. Meseleya tecrîdê vê xitimandina siyasî kûrtir dike."    SERLÊDANÊN LI BAROYAN   Demîrcî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê serî li Baroya Stenbolê dane û wiha got: "Me ew vexwandin ku peywira xwe bi cih bînin."    Demîrcî destnîşan kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û wiha got: "Heke em vê bêhiqûqîtiyê nedin sekinandin, dê berdewama wê bê. Em vê ji pêvajoyên dîrokî yên berê jî dizanin. Lewma di serî de Baroya Stenbolê divê hemû baro peywira xwe bi cih bînin. Bêdengiya Baroya Stenbolê ya ji bo serlêdanê nîşan dide ku bê rewşa rêveberên baroyê çawa ye û çawa li teref desthilatê ne."    'CPT DIVÊ DAXUYANIYÊ BIDE'   Demîrcî herî dawî bal kişand ser helwesta CPT'yê ku bi serdana xwe ya li Îmraliyê careke din bû rojev û wiha got: "CPT, li gorî mewzûata navneteweyî tevgeriyaye û lewma raporê eşkere nake. Lê 21 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin. 6 meh an jî saleke şûnde eşkerekirina raporê dibe ku bibe sedema pirsgirêkeke vegera wê tune ye. Lewma divê CPT eşkere bike ku bê li Îmraliyê çi diqewime û girtiyên li wir bi çi re rû bi rû ne. Demildest divê birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin. Ev daxwazeke jiyanî û zêde lezgîn e."    MA / Esra Solîn Dal