‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin 2022-12-20 09:43:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku xebatên ku komîsyona ji bo bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan bike hatiye avakirin tên astangkirin û got: “Di nava parlementoyê û hikûmetê de aliyên nêzî dewleta tirk timî van hewldanan asteng dikin û nahêlin parlemento li ser mijarê bigihije biryarekî û bi hikûmetê bide qebûlkirin.”   Di 17’ê Nîsana îsal de dewleta tirk li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên bi ser başûrê Kurdistanê ve ji hewayî û bêjahî ve êrişên berfireh dabûn destpêkirin. Dewleta tirk a ku encamek negirtî êrişên xwe derxist asta herî jor û di êrişan de çekên kîmyewî bikar anî. Di van bikaranîna çekên kîmyewî de gelek endamên HPG’ê ku ji çekên kîmyewî bandor bûn dîmenên wan bi raya giştî re hatibûn parvekirin. Li gel parvekirina van dîmenan ji hûndir û derveyî welat gelek bertek û nerazîbûn hatibûn nişandin. Li gel zêdebûna bertekan û berxwedana gelê kurd a li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 16'ê mijdarê de Parlamentoya Iraqê ji bo  lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê komîsyoneke taybet ava kir. Di vê çarçoveyê de komîsyon dê biçe herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê lê didomin û li wir lêkolînan bike.    Rojnameger Bêrîtan Zagros a ku li Herêma Kurdistanê ji ajansa me re derbarê xebatên komîsyona ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî hatiye avakirin û êriş û gefên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ku  berdewam dikin re nirxand.    ‘BI SAYA PDK’Ê BICIH BÛN’   Zagros diyar kir ku di êrişên ku hatine destpêkirin de heta niha tu pêşketin nehatiye ditin û wiha got: “Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Du sale bênavber ji mehên biharê ve êrişên dijwar berdewam e. Lê dikare bêgotin tevî bikaranîna hemû çekên qedexekirî, mesrefek zêde, hevkariya hêzên navnetewî, herêmî û PDK’ê jî hedefa ku di van du salan de danîbû pêş xwe negihiştiyê. Lê cihên ku dewleta Tirk bi rojan şer kir û nekarî bikeviyê, PDK herêma ku di bin desthilatdarî û tesafûra xwe de ye di berjewendiya dewleta Tirk de bikaranî. Dibin navê xizmetgûzarî û ewlekariya herêmê de rê bir li ser girên herî stratejîk yên dewleta Tirk nekarî bi şer ji gerîla bistîne û wan li hinek herêmên stratejîk bicîh kir û hîn jî bi cîh dike. Ji bo artêşa Tirk beriya zivistanê li herêmê were bicîh kirin jî lez da çêkirina rêyên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de. Herî dawî rê bir girê Kuro Jehro ku dikeve jora Şêladizê û leşkerên Tirk li wê herêmê bi cîh kir. Yanî di ew girên stratejîk yên dewleta Tirk nekarî tevî hemû derfetên xwe jî bicîh bibe, bi saya PDK’ê beriya bikevin zivistanê bicîh bûn. Hinek cih jî dibin navê pêşmergeyan de çêkir û teslîmê Tirkiyeyê kir. Yek ji van cihan jî li herêma Zaxoyê bû.  Tê gotin ku bi heman awayî li devera Amediyê jî vê rêbazê ceribandine.”    ‘DI NAVA HEWLEDANÊN BÊRÛMETKIRINÊ DE NE’   Zagros anî ziman ku malbatên welatiyên ku di encama topbarana Tirkiyeyê de tên qetilkirin ji aliyê PDK’ê ve bi pereyan tên bêdeng kirin û ev agahî dan: “Di dema destwerdana gerîla ya ji bo pêşî lê girtina artêşa Tirk de jî serî li bangeşeyên derew û manîpûlasyonan da. Li gorî çavkaniyên PDK’ê û her wiha çavkaniyên herêmî rêya diçe Kuro Jehro hatiye temamkirin û welatiyên herêmê jî ji ber bicîhbûna artêşa Tirk ketine nava nîgeraniyeke mezin de.    Piştî komkujiya dewleta Tirk a li Perexê li seranserê Başûrê Iraqê nerazîbûn li dijî hebûna artêşa Tirk pêşket, lê bi hemleya Tevgera Sedir û sorkirinên PDK’ê û dewleta Tirk careke din rojeva Iraqê hate guhertin û bala li ser sûcên dewleta Tirk arasteyê ciheke din hate kirin. Eger nerazîbûn û rabûn ser piyan ya li Iraqê wisa berdewam kiriba û rojev nehatiba guhertin, wê Tirkiye li dadgehên navnetewî yên şer de hatiba mehkûmkirin û dibe ku niha çarenûsa vî şerî hatiba guhertin. Lê ji ber tifaqa Sedir-PDK-Sune û Tirkiye rojevê guhertin, rojeva êrişên Tirkiye jî guherî û bêyku encam bigire vemirî. Herî dawî li çiyayê Asosê komek welatiyên sivÎl yên herêmê hatin hedef girtin û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndarbûn. Lê ji ber Kurd dengê xwe ji vê komkujiyê re nekirin û bêdengiyê hilbijartin ev mijar nebû rojev û malbat jî ji ber tirsa desthilata Başûr û MİT’a Tirk bêdengiyê hilbijartin. Kêm jî be hinek parlementerên bi wijdan yên Kurd û Ereb hewl dide van êrişên dewleta Tirk yên li dijî sivîlan, li dijî gerîlayan bixin rojevê û lêkolînên pêwîst li herêmê bikin. Herî dawî mexdûrên êrişên Tirkiye-Îranê serdana Iraqê kirin û nerazîbûna xwe ragihandin. Lê mixabin hewl tê dayîn daxwaza van malbatan veguherin tazmînata madî û bêdeng bibin. PDK’ya Bakur jî hewl dide malbatên li Başûrê Kurdistanê di encama êrişên dewleta Tirk de zirer û ziyana madî û manewî dîtine li Tirkiyeyê tazmînatên madî vekin û li beramber pere malbatan hem bi PDK’ê ve hem jî bi dewleta Tirk ve girê bidin û ti dozek di asta sûcên dewleta Tirk li dewleta Tirk venekin. Ji ber li beramber rijandina xwînê pere tê giritn û tên bêdeng kirin. Eger wisa bibe, wê dema pêş de nekarin di asta navnetewî de li dijî Tirkiye ti giliyek tomar bikin. Niha bi sedan malbatên bi vî awayî li Başûrê Kurdistanê hene. Eger rast werin arastekirin dikarin di dadgehên navnetewî de doz li Tirkiye vekin. Lê ji bo ev yek çênebe PDK’ya Iraqê û ya Tirkiyeyê ketine nava hewldanên bêrûmetkirina civaka Kurd.”   ‘XEBATÊN KOMÎSYONÊ ASTENG DIKIN’   Berîtan Zagros bi lêv kir ku li dijî sûcên şer ê Tirkiyeyê komîsyona ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve hatiye avakirin xebatên xwe didomîne û wiha berdewam kir: “Ji ber aloziya siyasî ya li Iraqê û ne avabûna hikûmeta federal demek dirêje rojev li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çêbibin jî nedigihiştin encamê. Lê piştî hikûmet hate avakirin û di hikûmetê de xeta nêzî Îranê serwerbû, li ser êriş û dagirkeriya Tirk careke din ji aliyê hinek koman ve kete rojevê. Niha li parlementoyê ev çend care hewldan tê dayîn, ji bo çekên kîmyewî bên lêkolînkirin, serlêdanên malbatên bûne mexdûrên êrişên Tirkiye û Îranê bikevin rojevê û li ser sînor lêkolînên pêwîst bên kirin, lijne werin avakirin. Lê di nava parlamentoyê û hikûmetê de aliyên nêzî dewleta Tirk timî van hewldanan asteng dikin û nahêlin parlamento li ser mijarê bigihije biryarekî û bi hikûmetê bide qebûlkirin. Li gorî nûçeyên fermî yên derketine û agahiyên li berdest Iraq bi destûra hêzên navnetewî hewl dide hêzên girêdayî hikûmeta federal ku ji wan re tê gotin ‘parêzvanên sînor’ bicih bike. Jixwe ev hêza ku behsa wê tê kirin li Behdînan, Soran û herêma Silêmaniyê li seranserî sînor hene. Ancax di warê hejmarî, perwerde û têrkeriya leşkerî de lawaz in. Ji bo bikaribin seranserê sînorê Iraqê ya li gel Kurdistanê (Sûriye, Tirkiye, Îran) bigire di nava vê hefteyê de deriyê serlêdanê ji bo kesên nû xwe ji bo van hêzan tomar bikin vekirine. Niha serlêdana ji bo ‘parêzvanên sînor’ berdewam e. Li gel bicîhkirina van hêzên girêdayî hikûmeta federal tê gotin, wê sîstema parastina hewayî jî li ser sînorên Iraqê were bicîhkirin. Li gorî nûçeyên ku derketine, Iraq sîstema parastina hewayî ji Fransayê û çend welatên din kiriye. Lê rastiyek heye, em dikevin zivistanê û sînorên li gel bakurê Kurdistanê (Tirkiye) û beşek jî li gel Îranê çiyayîne û zehmete di demeke kurt de ev plan were bicihkirin. “    ‘DI NAVBERA DEWLETÊN DAGIRKER DE RÊKEFTINEKE NÛ HEYE’   Zagros anî ziman ku ji bo nûkirina peyama Lozanê Îran, Iraq, Tirkiye û Suriye ji bo ku dagirkeriya xwe sed salên din mayinde bikin di nav hewledanan de ne û wiha axivî: “Bi nêzbûna salvegera sedemîn a Peymana Lozanê dewletên dagirker yên herêmê careke din sînorên navbera kurdan hatine danîn qewîntir û ji nû ve dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê ji bo sedsalên din mayînde dikin. Bi taybet Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye li ser mijara sînoran ku çar parçeyên Kurdistanê li ser hatiye dabeşkirin ji nû ve çêdikin û bihêz dikin. Ev dide nîşandan ku rêkeftineke nû di navbera dewletên dagirker yên li Kurdistanê de heye. Ev jî planeke nû ya metirsîdare li ser kurdan. Lê wisa xuyaye ku hîn jî hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê neketine ferqa vê plangeriya nû ya li dijî kurdan. Yan jî di ferqa wê de ne biçûk difikirin û tenê xwe difikirin. Li gorî agahiyan ev hêz li ser daxwaza hinek hêzên Kurd yên Başûrê Kurdistanê li ser sînoran tên bicîhkirin. Ancax rewşeke bi vî awayî jî heye, ‘parêzvanên sînor’ wê ji herêmên Kurdistanê û hemû aliyên Iraqê bin. Weke nimûne li herêma Behdînanê ji xelkê Behdînanê be, li Soran ji xelkê wir û ji herêma Pişder, Şarezûr û Germiyan jî ji xelkê wan herêman bigirin. Lê ev mijar hîn tam zelal nebûye. Fermandariya vê hêzê li Iraqê ye û nêzî PDK’ê ye. Bi taybet ‘parêzvanên sînor’ yên herêma Behdînanê piranî ji PDK’yiyan pêk tê. Ji ber ev ‘parêzvanên sînor’ yên heya niha li Soran û Behdînanê hene jî beşeke zêde ji PDK’yiyan pêk dihat û çavê xwe ji dagirkeriya Tirk re digirtin û heta li gelek cihan jî rê ji dagirkeriya Tirk re xweş dikirin û xwezaya Kurdistanê wêran dikirin. Nimûneya herî berçav jî li Berwariya Bala ku dikeve Kanî Masiyê jî hate dîtin ku Tirk û ev hêz çend metre nêzî hev in û Tirkiye li nêzê wan di nava axa Başûr de bicih bûne. Yanî her çiqas were gotin ev hêz ji bo parastina sînor diçin herêmê jî, bi dîtina min wê ti bandoreke wan li hember Tirkiyeyê yan jî  Îranê nebe, dibe tenê zirerê bide hêzên Kurd yên parçeyên Kurdistanê. Lê mixabin hêzên başûrê Kurdistanê pêşengiyê ji vê projeyê re dikin. Raste ya ku niha Iraq dike, li gorî destûra bingehîn a Iraqê mafê wê ye, lê dema em li konjektûr, şerê li Kurdistanê û rewşa siyasî dinêrin dibînin ku ev di encama rêkeftinekî de hatiye kirin. Ancax eger ev hêz bi rastî jî ji bo serweriya Iraqê ji dewletên weke Îran û Tirkiyeyê parastin be, wê demê dibe bandoreke neyînî li pêşve hatina Tirkiye nava axa başûrê Kurdistanê bike û ji bo demkî bikeve berjewendiya Kurdan de.”    ‘DIXWAZIN SEDSALÊN DIN BI KURDAN BIDIN WENDAKIRIN’   Zagros da zanîn ku tê armanckirin ku hêzên azadîxwaz tasfiye bikin û sed salên din bi kurdan bidin wendakirin û wiha berdewam kir: “Niha amadekarî tê kirin li paytexta Urdun Amanê bi pêşengiya Fransa û Iraqê civînek bi serok dewletên welatên herêmê re were çêkirin û mijara sereke jî destwerdanên Tirkiye û Îran ya li Sûriye û Iraqê be. Tirkiye bi rêya dîplomatên xwe ragihandin eger ew beşdarê vê civînê nebin ewê asteng bikin û qebûl nekin. Piştî van tehdîtên Tirkiye Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisênê PDK’yî eşkere kir ku wê Tirkiye û Îran jî beşdarê civînê bibin. Ev jî dide xuyakirin ku wê nehêlin ji vê civînê li dijî wan ti biryarek derbikeve, dibe berovajiyê wê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên rojhilatê Kurdistanê û kurdan hinek biryar û peymanên nû derbikevin. Lê divê were zanîn eger Tirkiye beşdar bibe wê nehêle biryareke dijî xwe û di berjewendiyê kurdan de derbikeve. Serokê Meclisa Iraqê yê Sûne ku weke kesek nêzî Tirkiye tê zanîn niyeta xwe ya dema pêş careke din eşkere kir û îdîa kir ku sedema krîzê PKK ye, lewma divê ji bo çareseriya Iraqê bi Tirkiye û Îranê lihev bikin. Ev daxuyaniyên ku tên dayîn, trafîka dîplomatîk ya li navbera Iraq û welatên Rojava û herêmê re dide nîşandan ku wê di sala 2023’an de li dijî têkoşîna azadîxwaz û netewî ya Kurdan a bi pêşengiya PKK’ê û destkeftiyên wê bikevin nava lihevkirin û peymanên nû. Ev hêzên dagirker û mêtînger dixwazin bi bikaranîna PDK’ê û hinek faktorên din yên siyasî yên li Başûr, Peymana Lozanê ya dijî kurdan nû bikin û sed sedsaleke din bi kurdên azadîxwaz yên çar parçeyên Kurdistanê bidin windakirin. “    ‘EGER KURD JI XWE BAWER BIN…”    Zagros da zanîn ku her kesê ku li dijî têkoşîna azadiya kurd raweste, mehkûmî windakirinê ye û got: “Lê biryar û rêkeftinên van dewletên dagirker û cîhanî nekarin pêşî li fikrê azad ya Tevgera Azadiya Kurd ya netewî ya li seranserê herêmê belav dibe bigirin. Ji ber Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê bi çek şer dike, çeka wê ya herî mezin belavkirina fikrê azad, demokratîk û wekhevîxwaz û bihevre jiyankirinê li nava gelan de û jinan de ye. Ji bo herkesê fikreke azad dibexşe û fêrî herkesî dike ji bo mafên xwe têbikoşe. Ev fikrê azadîxwaz ya Tevgera Azadiya Kurd êdî hemû hêz, pêkhate û beşên civakê yên dijî sîstemê li gel hev û di cemsereke sêyemîn de kom dike. Ya hêzên desthilatxwaz yên herêmê û cîhanê jî ditirsîne ev cemsera nû ya têkoşînê ya bi pêşengiya Kurdan li herêmê û cîhanê li dijî sîstema dewlet netewe û sermaydarî kom dibe. Bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirina Kurdistanê jî wê nekarin pêşî li vê pêla azadîxwaz a bandora domînoyê çêdike bigirin. Eger têkoşîna gelan a bi pêşengiya jin û ciwanan li asta Kurdistan, herêm û cîhanê mezin bibê wê ev dorpêç, qirkirin û înkara Kurd jî were rawestandin û eniyeke nû ya hesap jêre tê kirin li cîhanê de vebe. Ev têkoşîna gelan û jinan ya bi pêşengiya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çarenûs û arasteya sed salên li pêşiya me diyar bike. Eger Kurd jixwe bawer bin, dikarin bibin pêşengên enî an jî cemsereke nû li herêmê û cîhanê.”