Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin 2022-12-20 09:53:50   ENQERE - Derbarê girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê bertek nîşanî serdegirtinên qawişan dane de bi hinceta “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin.    Gardiyanan di bin navê “lêgerînê” de bi ser qawişên girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tên ragirtin de girtin. Derbarê girtiyên ku bertek nîşanî serdegirtina qawişê dan de lêpirsîna “dîsîplînê” hate vekirin. Girtî Enver Baysal, Sedat Karabalik û Bedrî Akin di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re ragihandin ku serdegirtinên qawişan zêde bûne û di serdegirtinan de tiştên wan tên belavkirin. Girtiyan dan zanîn li ser îdiaya gardiyanên bi ser qawişên wan de girtine ya “bêrêzî li me kirine” rêveberiya girtîgehê derbarê wan de lêpirsîna “dîsîplînê” daye destpêkirin.    LÊPIRSÎNÊ “BÊRÊZÎ KIR”   Girtiyan diyar kirin ku ji ber lêpirsînê parastina bi devkî dane û tevî ku cezayekî hatiye birîn nîne jî Sedat Karabalik bi awayekî bi keyfî tena serê xwe derdixînin cihê hewadariyê. Girtiyan diyar kir ku gardiyanan ev rewş bi gotina “bêrêzî li me kir” mafdar nîşan dane.   Bager Sayak ê di heman girtîgehê tê ragirtin jî bi telefonê bi malbata xwe re axivî û anî ziman ku nîvî şêvê bi ser odeya wan de digirin û her carê tiştên wan tên belavkirin.