Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast 2022-12-20 10:27:44 ENQERE -  Wezareta Tenduristiyê ku bersiv da serlêdana nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî ya li ser mafê wê tedawiyê hate astengkirin, mûayeneya bi kelemçe parast.    Mafê xwe gihandina tenduristiyê yê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ya di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqereyê de di 25’ê cotmehê hate binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hate girtin, tê asteng kirin. Şahînlî, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di navbera 2 û 4’ê mijdarê de sewqî Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate kirin. Şahînlî li vir ji aliyê bijîşkê bi navê S.O. ve rastî mûayaneya bi kelemçe hat. Şahînlî ya tedawiya bi kelemçe qebûl nekir di 14’ê mijdarê de têkildarî binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû man giliyê bijîşk ê peywîra xwe nebaş kir li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir.    KELEMÇE MÛAYENEYÊ ASTENG NAKE!   Miduriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê ku li ser navê Wezareta Tenduristiyê bersiv da, mûayeneya bi kelemçe parast. Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr diyar kir ku mûayeneya bi kelemçe tedawiyê asteng nake û heta ku ji aliyê bijîşk ve neyê xwestin kelemçe nayê vekirin.     ‘LI DIJÎ PMME Û EXLAKA TIPÊ YE’   Şahînlî ya bertek nîşanî biryarê da wiha got: “Ez bi xwe jî rastî ‘mûayeneya bi kelemçe’ ku pêkanîneke dijhiqûqî ye û gelek caran min nûçeya wê çêkirî ye hatim. Ez vê pêkanîna ku li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û exlaka tipê ye qebûl nakim. Hem weke mexdûr hem jî weke rojnamevanekê ji bo mûayeneya bi kelemçe were rakirin ez ê têbikoşim. Em ê bi hiqûqî û pêkanînên li dijî exlaka tipe ji raya giştî re ragihînin.”