Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin 2022-12-20 12:22:44   AMED - Danişîna doza Serokwekîla Koma HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel ku bi hinceta “heqaret li serokkomar kiriye” hatibû vekirin, hate taloqkirin.    Derheqê Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel de bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Demîrel ji ber ku bi grîbal enfeksiyonê ya girêdayî Covîd-19’ê ketiye, hincet nîşan da û tev li danişînê nebû. Parêzer Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.    Parêzer Çelebî xwest ku hinceta miwekîla wî were qebûlkirin.    Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 2’yê sibata 2023’yan kir.