Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe 2022-12-20 14:48:55   ENQERE - Xizmên girtiyên ku li Girtîgeha Eregliyê ketine greva birçîbûnê diyar kirin ku rewşa girtiyan roj bi roj xerabtir dibe û wiha gotin: “Me hewl da bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin. Lê ji me re gotin; ‘midûr çûye betlaneyê, hûn nikarin pê re hevdîtinê bikin.’”    Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê li dijî binpêkirinên mafan û mercên tecrîdê di 4’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan, di 16’ê mijdarê de jî çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakî hêj didome. Rewşa girtiyan roj bi roj xerabtir dibe. Malbatên girtiyan xwestin li ser telefonê bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikin lê bersiva “Midûr çûye betlaneyê, hûn nikarin pê re hevdîtin bikin” hate dayîn.    'REWŞA WAN HER KU DIÇE XERABTIR DIBE’   Dayika girtiyê bi navê Mehmet Can Yîger ji bo ku rewşa kurê xwe bipirse li rêveberiya girtîgehê geriya û wiha got: “Dema em çûn hevdîtina vekirî, rewşa wan baş nebû. Girtiyên roja ewil ketin greva birçîbûnê pir zeîf bûne. Dema bi me re diaxivîn, her tim digotin hinek tişt ji bîra wan diçin. Anku êdî hafizeya wan hêdî hêdî diçe. Rewşa wan her ku diçe xerabtir dibe. Piştî hevdîtinê me xwest bi midûrê girtîgehê û dozger re hevdîtinê bikin. Lê rayedaran got ku ew niha di civînê de ne û ji me xwestin ku tavilê ji kampûsê derkevin. Em ji wir derxistin. Ev hefteyeke ji bo ku bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikin em lê digerin lê her carê vê daxwaza me taloq dikin. Em di roja ku wan diyar kiribû de jî geriyan lê ji me re gotin; ‘midûr çûye betlaneyê, hûn nikarin pê re hevdîtinê bikin.’ Em nizanin ka dê çi bikin. Rewşa zarokên me xerab bû û roj bi roj xerabtir dibe. Lê rêveberiya girtîgehê bi tu awayî bersivê nade daxwazên girtiyan û malbatên wan.”