Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir 2022-12-20 15:40:16   STENBOL - Serokê Şaredariya Boluyê Tanju Ozcan heqaret li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu kiribû. Encu, li Serdozgeriya Komarê ya Boluyê giliyê Ozcan kir û xwest ji ber “heqaretê” bê cezakirin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu, li Serdozgeriya Komarê ya Boluyê giliyê Serokê Şaredariya Boluyê Tanju Ozcan kir ku li ser hesaba xwe ya medyaya civakî heqaret kiribûn û piştî bertekan jî ev peyama xwe demekî kin piştre jê biribû. Encu, xwest ku Ozcan ji ber “heqaretê” bê cezakirin.