Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir 2022-12-20 22:04:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK'ê Bafil Talabanî ku çû Rojavayê, hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Nazlûm Ebdî re kir.    Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Celal Talabanî,  ji bo hin pêwendîdanînan çû Rojavayê û di serdana xwe ya li Rojavayê de ewilî hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re kir.    Li gorî nûçeya ku malpera fermî Pukmedia ya YNK'ê ragihandiye Bafil Celal Talebanî di hevdîtinê de diyar kiriye ku YNK amade ye ku pirsgirêkên heyî bi awayekî aştiyane çareser bike û got:  “Em ê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku diyalog bibe bingeha çareseriya pirsgirêkan û derbaskirina rewşê."   Hat diyarkirin ku Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî jî di civînê de bûye û rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasî yên girêdayî wê hatine gotûbejkirin. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêka kurdî û li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û berdewamiya hemahengiya leşkerî ji bo têkoşîna li dijî terorê hatiye sekinandin.    Hat ragihandin ku dê Talabanî li Rojavayê Kurdistanê di warê leşkerî û siyasî de çend hevdîtinên din jî bike.