HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe 2022-12-21 09:13:24   ÊLIH - Rêveberê HDP'a Êlihê Mehmet Şîrîn Ongun, ji bo beşdariya li mitînga ku dê di 25'ê kanûnê de li dijî "şer, tecrîd, zorbdarî, xizanî, faşîzm û kedxwariyê" li dar bixin bang kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 25'ê kanûnê de li Parka 8'ê Adarê bi dirûşma "ji şer û xizaniyê re na" mitîngekê li dar bixe. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz dê tev li mitîngê bibin. Mitîng dê di 12'ê kanûnê de nîvro dest pê bike û hunermend Kadîr Çat û Koma Rîtmên Azad dê derkevin ser dikê.    Rêveberê HDP'a Êlihê Mehmet Şîrîn Ongun ku têkildarî amadekariyên mitîngê axivî û da zanîn ku xebatên wan ên li taxan didomin.    XEBAT DIDOMIN   Ongun da zanîn ku li navenda bajêr û 5 navçeyan ji bo mitîngê dixebitin û wiha got: "Me di vî warî de koordînasyona mitîngê ava kir û me serdana rêxistinên civaka sivîl kir. Piştî serdana saziyan me li taxan û navçeyan dest bi xebatan kir. Dê li 5 navçeyan bi wesayîta anonsê gazî welatiyan bê kirin. Ji xeynî vê em ê hem serdana malan hem jî kargehan bikin. Li 5 navçeyên bajêr xebatên me bênavber didomin. Ev xebatên me dê heta roja mitîngê bidomin. Em ê vê bi beşdariya parlamenterên bajêr bikin. Em serdana parkana û bazaran dikin û behsa pêvajoyê dikin. Em hewl didin bibin bersiv ji pirsên welatiyan re. Piştî diyalogê welatî soz didin ku dê tev li mitîngê bibin."    Ongun destnîşan kir ku ji bo beşdariyeke xurt dê 5 rojan bênavber bixebitin û wiha domand: "Ev mitîng dê bi coşeke mezin bê pêşwazîkirin. Mitîng dê li dijî kedxwariyê kedê, li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê edalet, li dijî xizaniyê dabeşkirineke wekhev û li dijî zordariyê azadiyê bê lidarxistin. Çendî nav lê nehatibe kirin jî, lê starta hilbijartinê hatiye dayîn. A rast ev mitîng dê bibe mitînga ku starta hilbijartin jî. Lewma beşdarî pir girîng e."    MITÎNGA 7'Ê HEZÎRANÊ   Bi domdarî Ongun mitînga beriya hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an a li bajêr hatibû lidarxistin bibîr xist û wiha bi dawî kir: "Em yeqîn dikin ku dê mitînga Êlihê ku bajarekî polîtîk û welatparêz e, dê xurt be. Em bi ruhê di hilbijartina 7'ê Hezîranê tevdigerin. Ji bo ew dîmen cardin derkevin holê em bênavber dixebitin. Banga me ji bo gelê me; li dijî şer, tecrîd, zordarî, xizanî, faşîzm û kedxwariyê tev li mitîngê bibin."    MA / Fethî Balaman