Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin 2022-12-21 10:10:15   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş diyar kir ku li Îmraliyê serdemek awarte ya krîtîk diqewime û divê bikeve bin kontrola Meclisê û got: “Divê demildest îktidar dest ji vê taktîka xwe ya eglekirinê berde û bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ya Tîpa F’yê tê ragirtin û her tim bi tecrîdê û şertên giran ên girtîgehê re rûbirû ma. Ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) yê HDP’ê Dogan Erbaş ku berê parêzeriya Abdullah Ocalan kiriye têkildarî rewşa li Îmraliyê ji ajansa me re axivî.    ‘EM PÊNGAVEK NÛ DIDIN DESTPÊKIRIN’    Dogan Erbaş diyar kir ku ew pêngavek nû li dijî tecrîda li Îmraliyê didin destpêkirin û wiha got: “Em wek Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê civiyan û me li ser tecrîdê nîqaş kir. Em pêvajoyek çalakiyan a nû didin destpêkirin. Em ê bi vê pêngav û çalakiyên xwe heta tecrîd were rakirin û bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin wê berdewam bike. Tevî hemû çalakî û nerazîbûnên me jî hê jî hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Li Îmraiyê rewşek ji tecrîdê wêdetir e heye. A rast divê mirov bêje êsirgirtinê heye. Tu rêgezek tune ye. Bi temamî sepanên kêfî hene û di dewrê de ne. Hiqûqa navxweyî, hiqûqa gerdûnî û biryarên dadgehê û peymanên navnetewî li ber çavan nayê girtin.”    HIQÛQA LI ÎMRALIYÊ   Erbaş bal kişand ser hiqûq li Îmraliyê xistine dewrê û wiha axivî: “Peymana Neteweyên Yekbûyî heye, ku hemû welat alîgirê wê ne, bi navê Qanûnên Mandela. Di derbarê girtiyên di girtîgehan de rêgezên ku divê hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî bişopînin hene. Ev nayên şopandin. Rêbazên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nayên şopandin. Rêgezên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên şopandin. Raporên CPT'yê di serdanên salên borî de amade kirine hene, biryar û biryarên tasfiyeyê hene, nayên şopandin. Ji ber vê yekê rewşek heye ku hem hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî bi cih nayên. Ji ber vê sedemê, rewşeke koledar a defakto heye ku ji tecrîdê wêdetir e. Pergala tecrîdê ya ku ev 21 sal in didome, ketiye rewşeke nû. Rewşeke nû, rewşeke krîtîk û awarte heye. Sepanek ku em dikarin jê re bêjin pergala îşkenceyê ye heye. Di dîrokê de tiştên wiha nehatine dîtin.”    ROLA ABDULLAH OCALAN   Erbaş bal kişand ser rol û rista Abdullah Ocalan a di çareseriyê de û wiha got: Tişta ku me her dem gotiye em ê dubare bikin. Birêz Ocalan mîsyonek e, aktorekî nûnertiya mîsyona ku li ser xaçerêyên krîtîk, Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn, hemû xaçerêyan e, mîsyona çareserî, aştî û azadiyê ye. Birêz Ocalan ne tenê mîsyona aştî û çareseriyê ye, di heman demê de mîsyona azadiyê ye jî. Ji ber vê yekê divê dawî li tecrîdê bê anîn. Heke hevdîtina parêzeran pêk were wê îhtîmala çareseriyê jî li pêş bikeve. Çareserî mezinbûna hêviyê ye. Birêz Ocalan ji bo misogerkirina aştiya civakî, pêkanîna demokratîkbûnê û xwedî rolek girîng e. Rola wî her tiştî dikare diyar bike. Di demên berê de jî ev yek pêk hat û me bi hev re dît ku di heyama ku di navbera salên 2013 û 2015’an de hêviya çareseriyê li ser vê axê çêbû. Ji ber vê yekê birêz Ocalan hem îradeya gel e û hem jî îradeya damezrîner e, hem jî aktorê çareserî û azadiyê ye.”     ‘LI ÎMRALIYÊ REWŞEK KRÎTÎK DIQEWIME’   Erbaş bal kişand ser rewşek nû ku li Îmraliyê xwe daye der û wiha domand: “Li Îmraliyê rewşeke nû heye, serdemeke nû, serdemeke awarte ya krîtîk heye. Em li gorî geşedan û daxuyaniyên li ser vê serdana dawî ya CPT’ê vê yekê dibêjin. Pirsên cidî û bêbersiv hene. Nezelalî heye, şik û fikarên me zêde bûne. Pêdiviya van pirsan bi zûtirîn bersivên zelal heye. Yek ji saziyên ku divê bersiveke zelal bide Wezareta Dadê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin; divê demildest rewş bê zelalkirin. Em dibêjin gelo sedem çi bûye ku birêz Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin nekiriye? Divê Wezareta Dadê di zûtirîn dem de bersiva vê bide. Divê Wezareta Dadê nekeve nava fikaran. Divê ew êdî dev ji eglekirinê berde. Ji bo daxwaza hevdîtina parêzeran di zûtirîn dem de bersiveke zelal bê dayîn. Divê bersiveke erênî bê dayîn. Her wiha parlamenterên partiya me bi taybetî Hevserokên me beriya demekê ji bo hevdîtina bi bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Heta niha tu bersiv ji van daxwazan re nehatiye dayîn. Careke din em vê bangê ji Wezareta Dadê re dubare dikin, lazim e tavilê bersiva banga me bidin. Divê hevserok û parlamenterên me demildest biçin Girava Îmraliyê.”   ‘DIVÊ ÎMRALI JI KONTROLA MECLISÊ RE BÊ VEKIRIN’    Erbaş bal kişand ser bêdengiya li Meclisê û got: “Niha li Tirkiyeyê tenê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re girtî ye. Wekî din hemû girtî ji kontrola Meclisê re vekirî ne. Divê endamên Meclisê, endamên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan bêyî ku destûr bigirin lazim e ku dikaribin serdana hemû girtîgehan bikin. Lê tenê ya îstîsna Girtîgeha Îmraliyê ye. Divê demildest Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin.    MA / Ozgur Paksoy