Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin 2022-12-21 13:57:10   ÊLIH - Menîce Îş a li Êlihê bi îdiaya “ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” ceza lê hatibû birîn, bi erêkirin ceza re hat girtin.    Li Êlihê piştî pîrozbahiya Newrozê ya sala 2011’an meş hatibû lidarxistin û di meşê de rageşî qewimîbû. Menîce Îş di rageşiyê de hatibû binçavkirin û piştî îfade dabû dadgehê hatibû berdan. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bi îdiaya “ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz vekiribû û 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Menîce Îş hatibû birîn.    Dadgeha bilind cezayê Îş erê kir. Duh polîsan bi ser mala wê de girt û kirin binçavan û wê birin Edliyeya Êlihê. Piştî biryara girtinê hat xwendin wê şandin Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê. Hat zanîn ku nexweşiya dil bi Îş re heye û yek jê sê salî 3 zarokên wê hene.