Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin 2022-12-21 16:26:43   ŞIRNEX - Cenazeyên endamên HPG'ê ku li deverên bi ser Şirnexê ve di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Bêkesan hatin veşartin.   Li deverên çiyayê Cûdî û Gabarê yê Şirnexê di şerên diqewimin de û endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest didin radikin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku cenazeyên hejmara wan nayê zanîn û ev demek bû li li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, bêyî agahî bidin malbatên wan li Goristana Bêkesan a taxa li Bahçelîevler ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatine veşartin.    Nehat zanîn ku çend cenaze hatine veşartin.    Li aliyê din li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di pevçûna ku di 3'ê Kanûnê de li Çiyayê Gabar şer qewimîbû û tê gotin 4 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane, ji ber ku hatine şewitandin nehatin teşhîskirin. Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe teşhîs nekirin, ji bo DNA'yê nimûneya xwînê dan.