‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin 2022-12-21 17:04:09   STENBOL - “Şahidê nepen” ku derbarê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de îfade dabûn, di dadgehê de parêzerên ku beriya niha li ser wan îfade dabûn nas nekir.    Danişîna 7’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû de hatiye vekirin li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hate dîtin. Mahmût Taşçi, Sûat Eren û Baran Dogan û parêzerên wan Metîn Îrîz, Meltem Ozel, Ferat Bogatekîn, Ercan Kanar û Raziye Ozturk tev li danişînê bûn.   ‘GOT MIN BIHÎSTIYE’   “Şahidê nepen” ku bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, anî ziman ku beriya niha di nav PKK’ê de cih girtî ye û di navbera salên 1999 û 2005’an qada çapemeniyê de xebitiye. Şahid, anî ziman ku herî kêm li ser 350 kesan îfade daye û balkêş bû ku got Alî Maden ê derbarê wî de îfade daye nas nake. Şahid bi lêv kir ku bihîstiye Baran Dogan di nava PKK’ê de cih girtiye û ji Meletiyê ye.    PARÊZER NASNEKIRIN    Li ser pirsa dadger ya “Tu van tiştan çawa dizanî, heke tu wan bibînî tu yê wan nas bikî?” şahid got ku wî Dogan qet nedîtiye û heke bibîne jî ew ê wî nas neke. Şahid diyar kir ku wî parêzer Cengîz Yureklî û Înan Akmeşe nas nekirine û anî ziman ku ew bajar û cihê rûniştinê yê parêzer Mahmût Taşçi dizane. Şahidê ku got ew qet bi Taşçi re rû bi rû nehatiye, îdia kir ku dema xebatkarê çapemeniyê bû ev agahî bihîstiye. Şahidê ku diyar kir ku ew Rêzan Sarica û Sûat Eren jî nas nake, bersiv da pirsên dadgehê yên li ser “komîsyona hiqûqê” ku beriya niha îfade li ser dabû.    XWE BI XWE DEREWAND   Şahid ragihand ku piştî parêzer bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk tînin agahiyê didin PKK’ê û Aysel Tûglûk û Dogan Erbaş piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re agahî ji PKK'ê re şandine. Li ser vê yekê şandeya dadgehê navê parêzeran yek bi yek xwend û pirsa “Ev navên li vir di komîsyonê de cih digirin?” kir. Şahid jî anî ziman ku agahiya wî nîne ku navên hatine xwendin di komîsyonê de cih digirin û îfadeya xwe ya beriya niha dabû derewand. Pişt re parêzerên ku tên darizandin yek bi yek derketin pêşberî kameraya SEGBÎS’ê. Balkêş e ku şahidê nepen ku yek ji wan jî nas nake. Dû re serokê dadgehê îfadeyên wî yên berê û nakokî jê pirsîn. Şahidê nepen got ji ber demê derbasbûye nayê bîra wî.   Pişt re parêzer Sûat Eren, Mahmût Taşçi, Baran Dogan, Ercan Kanar, Raziye Ozturk, Ferat Bogatekîn, Metîn Îrîz parastin kirin û bal kişandin ser nakokiya îfadeyên şahidê nepen û dan zanîn ku divê îfadeyên şahidê nepen li ber çav neyên girtin.    Dozger jî xwest ku ji bo mutalaayê amade bike dosya ji wî re were teblîxkirin.    Dadgeha ku biryara xwe ya navberê aşkere kir, daxwaza dozger qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê sibatê kir.