Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin 2022-12-22 09:14:03   RIHA - Ji rêveberên OHD'ê parêzer Mehmet Alî Aslan, diyar kir ku desthilat bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, rêya neçareseriyê tercîh kiriye.    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ne nayê girtin. Ji rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Mehmet Alî Aslan diyar kir ku divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe.    Aslan, anî ziman ku serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê bi hinceta "dîsîplînê" tên astengkirin û wiha got: "Hikûmet xwe disipêre van hincetan û zêdetirî 3 sal in hevdîtina me parêzeran a bi birêz Abdullah Ocalan re asteng dike. Bi van hincetên tu eleqeya wan bi hiqûqê re tune ye hem mafê hevdîtinê yê parêzeran hem jî mafê herî xwezayî yê hikimxwar ê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin. A rast ev tê wateya tunehesibandina mafan. Wekî her girtî û hikumxwarî divê birêz Abdullah Ocalan jî karibe hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike."    'NEÇARESERÎ TÊ TERCÎHKIRIN'   Aslan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê ne hiqûqî ye, bi temamî polîtîk û siyasî ye. Aslan bilêv kir ku lê AKP-MHP'ê ev yek veguherandine tiştekî polîtîk û wiha axivî: "Ji dêvla ku tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan bihata rakirin û ji bo bidawîbûna şer li çareyekê bihata gerîn, desthilat bi domandina tecrîdê re rêya neçareseriyê tercîh kiriye."    Aslan, anî ziman ku tecrîda giran a li ser Ocalan çi yekser çi jî ne yekser bandorê li tevahiya derdorên li welêt kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gava deriyê Îmraliyê ku navnîşana çareseriyê ye tên girtin, rageşî û şer rû dide, aborî dirûxe. Desthilata AKP-MHP'ê fatûreya rûxandina aborî ya ji ber tecrîdê rû daye li gel bar dike. Lewma divê gel guh li zimanê netewperest ê sunî neke û doza demokrasî û hiqûqeke rasteqîn bike. Lewma divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo çareserkirina meseleya kurdî hin gav bên avêtin."    MA / Mujdat Can