Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne 2022-12-22 12:42:26 RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 654’emîn de berdewam dike ev peyam parve kir: “Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 654’emîn de berdewam dike. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê edliyeyê, li vir dest bi nobeta xwe kir.    ‘BILA KES BI HÊZA XWE BAWER NEBE’    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne. Navê Xweda yê bi siyaset nîne. Lê navên wî yên bi Heq û Adil hene. Em xwe dispêrin van her du navên Xwedê û li Rihayê 654 roj in ji bo jiyaneke weke mirovan Edaletê dixwazin.”