Danişîna Doza Kobanê berdewam dike 2022-12-22 14:39:07   ENQERE - Di Doza Kobanê de Gultan Kişanak bertek nîşan da ku dozger li dîmenên şahidê veşarî Ûlaş temaşe nekiriye û got: “Dozger çima di her danişînê de beyanên şahid dike berdewamiya girtin lê zehmet nake li vîdeoyê temaşe nake?”    Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.    Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin.    'ÎKDTAR MUŞTEKIYAN ARASTE DIKE'   Danişînê bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag dest pê kir û destnîşan kir ku beyanên muştekiyan ji aliyê îktidara siyasî ve tê arastekirin. Yuksekdag da zanîn ku darazek ku nikare bersiva pirsên wan bide çawa dibe ku ewqas tawanbariyan arasteyî wan dike. Yuksekdag anî ziman ku di bin navê muştekiyan de provokasyon tê kirin û ew hemû beyanan red dikin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî têkildarî ewraqên nû ku li dosyeyê hatine zêdekirin axivî û bal kişand ser nakokiyên belgeyên li dosyeyê tên zêdekirin.    BERTEK NÎŞANÎ TEMAŞENEKIRINA VÎDEOYÊ DA    Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişan jî axivî û parastina xwe domand. Kişanak bal kişand ser nakokiyên di dosyeyê de û got li şûna nakokiyên di dozê de tercîh dike ku li ser çareseriyên pirsgirêkên welat biaxive. Kişanak diyar kir ku beyanên şahidan di warê hiqûqî de bi tu awayî nabin delîl û got: “Ahmet Altun ji bo girtina min gotinên tên û diçin da îmzekirin. Ahmet Altun komplogerek taybet e. Ji bo em bên girtin hemû beyanan bikar anîne.” Kişanak bertek nîşan da ku dozger li dîmenên şahidê veşarî Ûlaş temaşe nekiriye û got: “Dozger çima di her danişînê de beyanên şahid dike berdewamiya girtin lê zehmet nake li vîdeoyê temaşe nake? Tenezûl nekiriye ku li vîdeoyê jî temaşe bike. Dest ji temaşekirina vîdeoyê berdin, ew roj nehatiye tev li celseye jî nebûye. Vîdoeya ku dozger tenezûl nekiriye temaşe nekiriye, hûn dikin hêceta girtina me. Di vê dozê de her tişt eşkere ye. Biryara di hişê heyetê de pir eşkere ye. Kûmpasa dozê jî pir eşkere ye.”    Kişanak xwest derbarê Ahmet Altun de bi hêceta “kumpas amade kiriye” gilî bê kirin.    Heyetê navberek da danişînê.