Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin 2022-12-22 15:28:28   AMED - Danişîna doza rojnamevan Ramazan Akogûl bi boneya ku muzakere nehatine bersivandin hat taloqkirin.    Rojnamevan Ramazan Akogûl di sala 2014’an de dîmenên xwepêşandana dema komekê kuştina Mehdîn Taşkin ê li navçeya Licê hatibû kuştin li ser rêya navçeyên Pîran û Hênê li trafîkê girtibûn, kişandibû. Derbarê Akogûl de bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevahiya dewletê”, “gefa cebîr û hîle bikar aniye, kes ji azadiyê bêpar hiştiye”, “xesar daye malê cemaweriyê”, “revandina wesayîtan û desteserkirin” û “madeyên bitalûke bêdestûr li cem xwe girtiye” doz lê hatibû vekirin. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin, Akogûl tev li danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Temûr amade bû.    Di danişînê de hat diyarkirin ku ji bo hewcedariya dozê muzakereyên hatine xwestin, bersiva wan nehatiye dayîn. Dozger û parêzer Temûr xwestin kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Dadgehê biryar da ku li benda muzakereyên ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye nivîs bê sekinandin û danişînê taloqî 2’yê sibatêk ir.