HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin 2022-12-22 21:09:55       ENQERE - Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, têkildarî betalkirina parlementeriya Semra Guzelê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku betalkirina parlementeriya Guzelê xelekeke nû ya darbeyên siyasî yên desthilatê ne û wiha hat gotin: "Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin."    Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî betalkirina parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Daxuyanî bi ser navê "Semra Guzel vîna gelê me ye, em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin!" hat belavkirin.    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku betalkirina parlementeriya Semra Guzelê xelekeke nû ya darbeyên siyasî yên desthilatê ne û hatiye gotin ku parlemento careke daxilî nava darbeyeke siyasî ya din hatiye kirin û betalkirina parlementeriya Leyla Guvenê û Mûsa Farisogûllari hat bibîrxistin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Ev biryara nîşaneya aqilê kûmpasî ye ku AKP ji hevkarên xwe wergirtiye. Ev biryar, dijminatiya li hemberî vîna gelê kurd e. Darbeyeke li dijî vîna siyasetê ya jina ye."    Di berdewama daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ev darbeya siyasî tenê ne li hemberî parlementera wan û partiya wan, li dijî siyaseta demokratîk jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: "Ev bi partiya me ne sînorkirî ye, dê sînorkirî jî nemîne. Darbekarî, bêhiqûqîtî û kumpasvaniya desthilatê pir eşkere ye."    Di daxuyaniyê de ev tişt hatine destnîşankirin: "Yên bi van kûmpasan, darbe û êrişan winda bike detshilat bi xwe ye. Ne gelê me ne jî partiya me qethiyen dê paş de gav neavêjin. Çawa li dijî darbeya 12'ê Îlonê li ber xwe daye, dê niha jî li ber xwe bide û bi ser bikeve. Semra Guzel vîna gelê me ye û dê her tim parlementera me be."