Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin 2022-12-22 21:26:48   AMED – Di hefteya 4'an a Nobeda Azadiyê de ya  ji bo Seroka Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanciyê, wiha hat gotin: “Em vê rewşê wekî bêhiqûqîtiyê bi nav dikin. Ev êrîş li dijî heqîqetê ye. Em hevî dikin Fîncanci sibê bê berdan.”   Odeya Bijîşkan a Amedê, di hefteya 4'an a Nobeda Azadiyê de ya ji bo azadiya Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê ku di 1'ê Kanûnê de dabû destpêkirin, ji bo beşdariya li danişîna Fîncanciyê bang kir.    Nobeda Azadiyê li hêwana Dr. Fusûn Sayek hat girtin. Di nobedê de pankartên li ser "Em li cem jiyan û rastiyê ne. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye" û "Azadî ji bo Şebnem Korûr Fîncanci" nivîsandî hatin daliqandin. Platforma KESK’ê ya Amedê ji bo piştgiriyê sedana nobedê kir.    Di çalakiyê de Endamê Odeya Bijîşkan a Amedê Vedat Yûrttaş axivî. Yûrttaş got: “Mamoste Şebnem, pirseke têkildarî qada xwe ya pisporiyê bersivand. Ev bersiva wê li gorî ilma wê bû. Ji vê pirseke mezin derxistin. Ev bi serê xwe bêçaretiyeke mezin e. Jixwe wezîrê parastinê li xwe mikur hat û got me şandeyek şandiye, lê tu madeyên kîmyewî nehatine tespîtkirin. Jixwe mamoste Şebnem jî gotibû vê yekê lêkolîn bikin û şandeye serbixwe biçe heremê. Halbûkî şande neşandine, lê dibêjin me şandiye. Ew jî li xwe mixur hatin. Ev mamoste Şebnemê piştrast kirin. Ez bawer dikim û hêvî dikim ku di danişîna sibê de azad bibe û were ser karê xwe."   Bi dû re jî Endamê Odeya Bıjiikan a Amedê Serhat Balacan axivî û got: “Mamoste Şebnemê hem bi gotinên xwe hem jî bi helwesta xwe rê li ber me xist. Em vê rewşê wekî bêhiqûqîtiyekê bi nav dikin. Ev êrîş li dijî heqîqetê ye jî. Li ser vî esasî ez careke din tekez dikim ku em hem vê rastiyê hembêz dikin û hem jî mamoste Şebnem hembêz dikin. Em hêvî dikin ku sibe bê berdan û em ê dîsa mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin."   Nûnerê DÎSK’ê yê Amedê Hasan Hayrî Eroglû jî bal kişand ser danişîna doza Fîncanciyê ku dê sibê bê lidarxistin û got: “Mamoste Şebnem zanyarek e. Wê xwest îdiaya li holê were lêkolînkirin. Danişîna wê sibê ye. Em hêvî dikin ku sibê azad bibe û karê xwe ji cihê mayî bidomîne û were nava me."