Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî 2022-12-23 11:22:43   COLEMÊRG - Li navçeya Çelê li herêma operasyona leşkerî çawişê pispor Umît Bûharli bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Ji malbatê re hate ragihandin ku “întîhar” kiriye.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Yek ji cihên ku şer lê tê koordînekirin jî navçeya Çelê ya Colemêrgê ku li ser sînorê Herema Kurdistanê ye. Li navçeyê çawişê pispor Umît Bûharli yê ji Denîzliyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku Walîtiyê ji malbata Bûharli re ragihandiye ku “întîhar” kiriye. Hate îdiakirin ku Bûharli nexwestiye biçe qada şer lê didome.    Cenazeyê Bûharli wê ji Balafirgeha Selahattîn Eyyubî bişînin Denîzliyê.