Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê 2022-12-23 11:23:25   AMED - Di lêpirsîna ser DBP’ê ya li 9 bajaran de derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Heta niha Hevsrokê Giştî Keskîn Bayindir jî di nav de 14 kes hatine binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “PKK/KCK” li dijî Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir û hevserokên bajaran jî di nav de derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de îro serê sibehê li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser malan û avahiyên partiyê de girt. Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin.    HEVSEROKÊN HATINE BINÇAVKIRIN    Navên hevserokên DBP’ê ku hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir Hevserokên DBP’a Amedê Hayrettîn Altun û Seval Gulmez, Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan.    LÊGERÎNA LI SER AVAHIYAN    Li gel biryara binçavkirinê Dadgeha Cezayê Sulhê jî biryara lêgerîna li avahiyên DBP’ê da. Li avahiyên 9 bajaran lêgerîn pêk hat. Li avahiyên DBP’ê yên Agirî û Êlihê didome û hat zanîn ku derbarê hevserokên her du bajaran de biryara binçavkirinê heye.    Tê payîn hevserokên hatine binçavkirin di nava rojê de bînin Amedê.