Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye 2022-12-23 11:57:25   STENBOL - Di danişîna dozê de Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku xebatê wê ku dike dewletê aciz kiriye.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna ewil a doza Fincnci li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin.   Polîs li ber deriyê eywana danişînê hatin bicihkirin û bi hêceta ku ewyan biçûk e gelek parêzer, rojnamevan û kesên piştgirî didin dozê bernedan hundir.    Parlamenterên HDP, CHP, nûnerên partiyên siyasî, serokên gelek baroyan û parêzer, nûnerên rêxistinên mafên mirovan tev li danişînê bûne. Kêliya ku Fîncanci anîn eywana danişînê îşareta serkeftînê nîşan da. Yên li eywanê amade bûn bi çepikan Fîncanci pêşwazî kirin. Balkêş e ku Fîncanci di dorpêça 11 leşkeran de hatiye sekinandin.    SÎNORDARKIRINA PARASTINÊ    Parêzer Merîç Eyuboglû di danişînê de axivî û bal kişand ser biçûkiya eywana danişînê û xwest eywan bê guhertin. Serokê dadgehê got eywan têr dike û wan parastinê bi sê parêzeran sînordar kiriye. Piştre parêzer Ozkan Yucel axivî û îtîrazî rêbaza danişînê kir û destnîşan kir ku dadgeh nikare parastinê bi sê parêzeran sînordar bike.    Lê tevî îtîrazan jî serokê dadgehê biryara parastina bi sê parêzeran da. Parêzeran bertek nîşanî biryara dadgehê da.    ‘DIYAR E KU HÛN HIKM AVA DIKIN’    Fîncanci di danişînê de dest bi axaftinê kir û bal kişand ser xîtaba serokê dadgehê ku got, “tu” û got: “Xîtaba we ya tu dide nîşandan ku we derbarê min de hikm ava kiriye û ev tê wê wateyê.” Fîncanci destnîşan kir ku 5 saet wê bi kelemçeyê anîne danişînê û got: “Ev yek bi ser xwe sepanek li dijî mirovahiyê ye.” Fîncanci diyar kir ku dema ew hat binçavkirin di wê kêliyê de binçavkirina wê bi weşana zindî hatiye hûndandin. Fîncanci anî ziman ku dozgerê biryara binçavkirinê wê daye hê dest bi îfadeyê nekiriye wê sûcdar qebûl kiriye û ew ê vê tabloyê di warê hiqûqî de nenirxsîne û biryarên siyasî hatine girtin.    ‘XEBATA MIN DEWLETÊ ACIZ KIRIYE’    Fîncanci îşaret bi parastina Sokrates kir û wiha got: “Xebata ku min wek welatiyek û Pispora Tiba Edlî kiriye, dewletê aciz kiriye. Ez ji bo parastina mafên mirovan dixebitim û têdikoşim. Ji ber xebatan min kirin hedef. Min bi gelek xebatên xwe gelek rastiyan derxist holê. Min gelek îşkence û binpêkirinên mafên mirovan derxist holê.”   Danişîn bi parastina Fîncanci didome.