'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’ 2022-12-23 12:05:26   ÊLIH - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn diyar kir ku gel azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwaze û ji ber vê wê serî li Wezareta Dadê daye û yên ji zilmê re bêdeng dimînin şirîkên sûc in.    Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebru Gunay û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Omer Ocalan bi daxwaza hevdîtinê di 20'ê Cotmehê de li Îmraliyê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dabûn. Piştî serlêdan bêbersiv ma, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP'ê Nuran Îmîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Erdal Aydemîr di 30'ê Mijdarê de bi heman armancê serî li Wezareta Dadê dabûn.    Piştî ku hemû serlêdan bêbersiv man, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Remziye Tosûn, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Şevîn Coşkun bi daxwaza hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin bi daxwaznameyekê serî li Wezaretê Dadê dan. Di daxwaznameya ku pêşkêşî Wezaretê hat kirin de, daxwaza hevdîtina vekirî ya bi Abdullah Ocalan re hat kirin.   Ji ber ku Wezareta Dadê bersiva tu serlêdanekê neda, parlamenterên HDP’ê jî bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re di 21’ê kanûnê de li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiyê kirin.    HETA AZADIYÊ…    Parlamenter Remziye Tosûn a ku di nava serlêderan de bû bi bîr xist ku 21 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin û got: “Ji ber parêzer, malbat, siyasetmedar û gel agahî ji birêz Ocalan nagire, derbarê jiyan û tenduristiya wî de fikar derketine asta herî jor. Em bi çalakî û daxwazên xwe dixwazin tavilê tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin bê kirin. Heke ev pêk werin dê gel jî nefese bigire. Gel azadiya Ocalan dixwaze. Gel dixwaze êdî azadiya Ocalan mîsoger bibe. Jiber ku gel daxwaziya azadiya birêz Ocalan dike, min jî xwest li ser daxwaza gel serî li Wezaretê bidim. Xebatên me didomin û heta azadiyê wê têkoşîna me bidome.”