Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan 2022-12-23 12:52:35 ENQERE -  Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser Navenda DBP’ê ya Giştî ya li Enqereyê de jî hate girtin. Di serdegirtinê de wêneyê parlamenterê DEP’ê Orhan Dogan hate desteserkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin de bi ser avahiya Navenda Giştî ya li Balgata Enqereyê, Buroya Şewrê ya Navenda Giştî ya li Amedê û avahiyên bajêr û navçeyan de hate girtin. Di serdegirtinên malên rêveberên partiyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokê DBP’a Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokên DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek û Rabîa Aslan, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokên DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar, Hevserokên DBP’a Agiriyê Melîk Ozmuş hatin binçavkirin. Her wiha di serdegirtinên li Mûşê de xebatkarê DBP’ê Mîkaîl Kiliç û Celal Doner, Farûk Kûçûkçelebî û Yilmaz Tamkan jî hatin binçavkirin.   WÊNEYÊ ORHAN DOGAN HATE DESTESERKIRIN    Polîsên di çarçoveya lêpirsînê de bi ser avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Balgata Enqereyê de girtin, kolana ku avahî lê ji ketin û derketinê re girtin. Di lêgerîna avahiyê de lênûskên qeydê yên partiyê û gelek belge hatin desteserkirin. Her wiha polîsan dest danîn ser wêneyên Orhan Dogan ê ku di darbeya li dijî DEP’ê ya 2'yê Adara 1994'an de hatibû binçakirin û girtin, wêneyên endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Cîhan Denîz û Husnu Ablay ku di sala 2008’an de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn û gelek pirtûk jî weke “delîlên sûc” hatin desteserkirin.