Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin 2022-12-23 13:53:55   ENQERE - Parlamenterên HDP’ê ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin, wiha bang li Wezareta Dadê kirin: “Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin.”   Çalakiya rûniştinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin di roja 3’yên mîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê Mûrat Çepnî, Kemal Bulbul, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr, Şevîn Coşkûn, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Erdal Aydemîr, Saît Dede, Celadet Gaydali û Mûazzez Orhan bi pankartên bi nivîsa “Bila hiqûq li Îmraliyê were pêkanîn” hatin ber Wezareta Edaletê.   Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî yê di çalakiya rûniştinê de axivî, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye û wiha got: “Em ji vir careke din dixwazin bang li kesên ku mayîndebûna xwe li ser pirsgirêka kurd ava kirine bikin. Em ji bo daxwaza bi milyonan kurd û gelên me ji wezaret û rayedarên hikumetê re ragihînin li vir in. Di serî de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, li Îmraliyê 21 meh in tecrîdeke mutleq tê jiyîn. Em dixwazin careke din bêhiqûqiya vê tecrîdê, binpêkirina mafên mirovan û nakokiya wê ya li dijî kirariyên neteweyî û navneteweyî destnîşan bikin.”   NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD   Çepnî, bi lêv kir ku tecrîd berdewama pergala zilmê ye û domand: “Tecrîd, ji bo rizîbûna li vî welatî pêk tê û berdewama pergala zilmê ye. Hin kes ji neçareserkirina pirsgirêka kurd û ji polîtîkayên şer sûdê digirin.”   OPERASYONA LI DIJÎ DBP’Ê    Çepnî, qala operasyona li dijî DBP’ê kir û wiha pê de çû: “Em îro bi pêkanîneke nû ya neçareserkirina kurd re rû bi rû ne. Hevserokê Giştî yê pêkhateya me DBP’ê jî di nav de gelek rêveberên wê di saetên serê sibê de hatin binçavkirin. Hincet heman hincet in. Ev operasyona li dijî DBP’ê rast e rast li dijî vîna siyasî ya gelê kurd e. Li dijî van êrişan divê di serî de gelê kurd hemû gelên me helwestê bigirin û têkoşînê bilind bikin.”   TECRÎD BELAVÎ WELAT BÛYE   Çepnî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, belavî welat bûye. Tecrîd ne tenê Îmraliyê hemû civakê dike hedef. Em weke HDP heta ku encamekê bigirin em ê li dijî tecrîdê çalakiya xew bidomînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, demildest bi dawî bikin. Di serî de Wezareta Dadê em bang li desthilatê dikin: Dest ji vî sûcî berdin. Heke Îmrali girêdayî Komara Tirkiyeyê be, girêdayî makeqanûnê be, dest ji sepandina hiqûqa taybet berdin, tecrîda mutleq rakin.”