Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin 2022-12-23 13:57:20   DÊRSIM - Welatiyê bi navê Gokhan Karakûş ku di serdegirtina malê ya li navçeya Pêrtagê de hate binçavkirin, hate girtin.    Welatiyê bi navê Gokhan Karakûş ku pêr di saetên serê sibê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî kirariyên wî yên îfadeyê yên li Miduriyeta Polîsan a Dêrsimê xelas bûn, sewqî edliyeyê hate kirin.    Karakûş bi îdiaya ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê” kiriye ji aliyê dozger sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlhê Karakûş girt.