Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin 2022-12-23 14:50:49   ENQERE - Li Girtîgeha Eregliyê ya li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê lê didome, ji girtiyan re televizyon û pirtûk qedexe kirine.    Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê di 4’ê cotmehê de daye destpêkirin, berdewam dike. Ji girtiyên ku daxwazên wan nayên qebûlkirin re vê carê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin. Mehmet İşiktaş ê bi malbata xwe re bi telefonê axivî, ragihand ku di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û her ku diçe şertên wan giran dibin.    HEMÛ MAFÊN WAN TÊN ASTENGKIRIN    Işiktaş, anî ziman ku mafên wan en agahî bidestxistinê hatiye astengkirin û wiha got: “Girtîgeha ku beriya niha ji bo pirtûkan kota danî niha jî bi gotina ‘qedexe ne’ pirtûkên me nadin me. Ji xwe ji ber em di demekî dirêj e di çalakiya greva birçîbûnê de ne em nikarin pirtûkan bixwînin. Ji ber vê yekê me xwest televîzyona li girtîgehê tê firotin bikirin. Lê girtîgehê got televîzyon qedexe ye. Mafê me jî yê kirîna televîzyona ku li girtîgehê tê firotin û girtiyên din jî dikarin bikirin heye lê ev mafê me ji destê me tê wergirtin.”   QEDEXEYA RAGIHANDIN Û AGAHIYÊ    Işiktaş, bi lêv kir ku di hucreyên yek kesî de ragihandin bi sînor e û wiha berdewam kir: “Hemû mafên me yên wergirtina ragihandin û agahiyê hate qedexekirin. Her wiha pêşî lê digirin ku giliyên me ji derve re bên ragihandin. Bi temamî em terkî mirinê kirine. Em greva xwe ya birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li dijî binpêkirina mafan û tecrîda giran a li girtîgehê didomînin. Hevalên me yên ku ketine greva birçîbûnê ya pêşî pir qels bûne û windakirina wan a hiş dest pê kiriye. Rewşa wan mixabin xirabe û her diçe xirabtir dibe.”