Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin 2022-12-23 15:00:35   HATAY - Hevseroka HDP’a Îskenderûnê ya Berê Fîlîz Karlidag a li navçeya Îskenderûnê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Kirikhanê hate veşartin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îskenderûnê ya berê Fîlîz Karlidag, di şeva 21’ê kanûnê de li navçeya Îskenderûna Hatayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karlidagê îro ji Malacemê ya Îskenderûnê birin navçeya Kirikhana Hatayê hate veşartin. Parlamentera HDP’a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, endamên Meclisa HDP’ê, rêveberên navend û navçeyên HDP’ê û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.