Edene ji mîtîngê re amade ye 2022-12-23 15:34:36   EDENE - Rêxistina HDP’a Edeneyê ku ji mîtînga “Banga ji bo edaletê” re xwe amade dike, hemû beşên civakê vexwendin mîtîngê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê dê di 24’ê kanûnê de saet di 14.00’an de li Qada Ûgûr Mûmcû bi dirûşmeya “Banga ji bo edaletê” mîtîngekê li dar bixe. Mîtînga ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tev li dibe wê hunermend Cevdet Bagca û Hozan Mertal jî derkevin ser dikê. Walîtiya Edeneyê ji bo mîtîngê destûr da û amadekariyên teknîkî yên mîtîngê bi dawî bûn.    Endamên partiyê bi tevlibûna parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Sezaî Temellî û Kemal Pekoz li navçeya Ceyhan il navçeyên navendî yên Seyhan, Yuregîr û Çûkûrovayê li bazarên semtan ji bo tevlibûnê belavok belavkirin.