Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê 2022-12-23 15:49:50   AMED - Lêgerîna polîsan a li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê û Rêxistina DBP’a Amedê bi dawî bû. Piştî lêgerîna 7 saetan formen endamtiyê yên partiyê û arşîva wê hatin desteserkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin de, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek rêveberên partiyê hatin binçavkirin. Polîsan bi ser avahiyên Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê û Rêxistina DBP’a Amedê girtin û 7 saetan lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerîna 7 saetan harddîst, kompîtur, formên endamtiyê yên partiyê û arşîva wê desteser kirin.    Hate diyarkirin ku arişîvên rojname û kovaran ên li avahiya partiyê jî hatine desteserkirin.