Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin 2022-12-23 16:46:31   ÊLIH - Li Êlihê ji bo mîtînga dê di 25’ê kanûnê de bi dirûşmeya “Ji şer û xizaniyê re na” li Parka 8’ê Adarê were lidarxistin bang hate kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 25’ê kanûnê de li Êlihê mitînga bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li dar bixe. Mitîng dê li Parka 8’ê Adarê bê lidarxistin û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Akdenîz beşdarî mitîngê bibin. Hunermend Kadîr Çat û Koma Rîtmên Azad jî dê stranên xwe bêjin. Rêveberên HDP’ê mal bi mal, kolan bi kolan, cade bi cade û li taxa û gundan xebata amadekariya mitîngê dikin û xelkê vedixwînin.   Siyasetmedarên ku Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Huseyîn Kaçmaz, Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tiryakî jî di nav de li navenda bajêr serdana dikandaran kir û vexwendin mîtîngê. Siyasetmedaran li bazarê jî belavok belavkirin.    Siyasetmedarên li esnafan belavok belavkirin, bi eleqeyeke zêde ya gel hatin pêşwazîkirin. Gel hêrsa xwe ya li dijî serdegirtina DBP’ê û betalkirina parlamentera Semra Guzel a HDP’î nîşan da. Welatiyan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî kirin.    Li aliyê din li navçeya Kercewsê jî belavok hatin belavkirin û gel vexwendin mîtîngê.