Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin 2022-12-23 18:23:35   NAVENDA NÛÇEYAN– Di protestoyên li dijî avêtina ser DBP'yê de wiha hat gotin: "Em ê AKP'ê bidarizînin û bişînin."    Di çarçpveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û hevserokên bajêr jî di nav de derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê hat girtin. Piştî biryarê li 9 bajaran polîsan avêt ser avahiyên partiyê û malan. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û hevserokên bajêr di nav de 14 kes hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirinan didomin.    MÊRSÎN   HDP'a Mêrsînê û Buroya Şêwirmendiyê ya DBP'ê ya Edeneyê li Parka Zarokê Azad daxuyaniyek dan. Parlementera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevberdevkê DBP'ê yê Çûkûrovayê Enver Guler vê êrişê wekî "êrişa li vîna rêxistinkirî ya kurdan" şîrove kir û got: "Em careke din dubare dikin ku em ê bi xurtkirina bertekên xwe yên demokratîk vê qirkirina siyasî pûç bikin."    Kûrtûlanê jî got: "Em ê serî netewînin û çokê neşikînin."    STENBOL   HDP'a Stenbolê jî li avahiya partiya ya bajêr daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê polîsan dora avahiya partiyê dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî bê dayîn. Polîsan xwest têkevin hundirê avahiya partiyê. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrolê bertek nîşanî vê da. Li dijî êrişan dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bimire faşîzm" hatin berzkirin. Polîsan welatiya bi navê Rojhan Işiktaşê binçav kirin.    ROJNAMEVAN HATIN ASTENGKIRIN   Girse, di bin dorpêçê de daxuyanî da. Piştî israrkirina parlementeran polîsan tenê destûr rojnamevanekî da ku dîmenan bigire.    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulumê bertek nîşanî êrişa li DBP'ê û dorpêçkirina avahiya partiyê da û got: "Em ê AKP'ê bidarizînin û bişînin."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û bi çepikan bi dawî bû.    ÎZMÎR   Li Îzmîrê jî partiyên siyasî û sazî têkildarî êrişa polîsan a li DBP'ê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya Alsancakê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Çewisandin û binçavkirin nikarin me bitepisînin. Êrişkariya we dê nikaribe pêşî li têkoşîna me bigire" nivîsandî hat vekirin û tim dirûşmeyên "Em bê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî têkoşîna gelan" hatin berzkirin."    Li ser navê saziyan Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul metna daxuyaniyê xwend. Gul destnîşan kir ku ev êrişa li DBP'ê hewldaneke bêhûde ya klîka AKP-MHP'ê ye û got ku êrişa li Parîsê ya li hemberî NAvenda Çandê ya Ahmet Kaya jî ne derî desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ye. Gul bang li gelan kir ku li dijî êrişên desthilatê, helwesta wê ya şer û pêkanînên wê yên qirkirina siyasî rabin.