Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe 2022-12-24 09:19:17   ŞIRNEX - Dayikên Roboskiyê ku ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê û dîtina kiryarên zarokên xwe 11 sal in bênavber têdikoşin, gotin ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe, ew ê ji bo ronîkirina komkujiyê her doza edaletê bikin.    Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê yê girêdayî navçeya Qilêbanê ya Şirnexê di bombardûmana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Desthilata AKP'ê ewilî ji komkujiyê re got, "qezayeke operasyonê ye" û piştre jî xwest bi tazmînatê ser vê komkujiyê binixumîne. Herî dawî jî got, "Wê bûyer di korîdorên tarî yên Enqereyê de winda nebe," lê belê tu pêşketineke berbiçav çênebû û berpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin. Komkujiya Roboksiyê tenê li ser zimana ma. Heta niha bi dehan siyasetmedar hatine Roboskiyê û ji bo edaletê soz dane roboskiyan. Lê ev soz tenê li Roboskiyê man.    Di 11 salan de ne kiryar diyar bûn û ne jî doz hat vekirin. Di van 11 salan de hema bibêje malbatên Roboskiyê tu cih nema neçûnê û doza edaletê lê nekirin. Malbatên Roboskiyê ku di her kêliyên jiyanê de têddikoşin û li ber xwe didin, di vê pêvajoyê de gelek caran rastî binçavkirin, lêpirsîn û zextên dewletê hatin. Ji bo ku ser vê komkujiyê neyê nixumandin têkoşîna roboskiyan a ji bo edaletê didome. Malbatên Roboksiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala bendewariya xwe ya ji bo edeletê kirin.   'EDELET NEHAT ROBOSKIYÊ'   Azîme Alma, dayika Nadir Almayê di komkujiyê de hat qetilkirin, anî ziman ku tu siyasetmenderên ku soz dane wan, soza xwe pêk neanîne û ev tişt gotin: "Ji siyasetmenderên Tirkiyeyê kes nema ku nehat Roboskiyê. Ji her partiyên siyasî siyasetmedar hatin. Heçiyê ku hat soz da me. Her kesê ku hat ji me re got, 'em ê edeletê bînin Roboskiyê, em ê komkujiyê ronî bikin.' Lê belê sozên xwe pêk neanîn. Zarokên me ne ji bo kêfa xwe çûn, ji nêçariya xwe çûbûn. Me bizanibûya em ê ji birçîna bimirana û ji bo vê dê canê me biçe, me nedihişt ku zarokên me bimirin. Piştî komkujiyê heçiyê ku hat destê xwe dan ser singê xwe û soz dan. Lê yekî jî soza pêk neanî. Kesek ji wan ji me re tiştek nekir. Îfadeya kesekî jî nehat girtin û kesek jî nehat darizandin. Kesê ku kezeba wî neşewitî nizane. Ew ji bîra me naçin, bêhna me dernayê û dilê me hênik nabe. 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûn û va em ê bikevin sala 12'an. Lê hê weke ku duh qewimîbe, li ber çavê me ye. Rojekê bi tenê jî em bi çavê ziwa ji ser gorên zarokên xwe nehatine. Her êvara înê em diçin û bi girî vedigerin. Çimkî tu sûcên zarokên me nebû. Bila zarokên me bigirtana, bila cezayê girtîgehê li wan bibiriyana, bila cezayê pere li me bibiriyana. Zarokên me bi vî rengî qetilkirin, heq nekiribûn. Zarokên xizan bûn û mexdûr bûn."   Dayik Almayê bilêv kir ku 11 sal in ew doza edaletê dikin lê edelet nehatiye Roboksiyê û wiha axivî: "Em çend caran çûn Enqereyê. Lê ew kesê ku ev komkujî kirine, xwe nîşanî me nedan. Hemû dinya jî dizane ku bê kê ev komkujî pêk aniye û bi fermana kê pêk hatiye. Ez bi xwe 4 caran çûme parlementoya Tirkiyeyê. Em edeletê dixwazin. Em dixwazin ku di vê sersalê de jî gelê me, me tenê nehêle û berê xwe bide Roboskiyê. Em ne tenê ji Roboksiyê ji her kesî re doza edeletê dikin. Heta em hebin em ê li edaletê bigerin. Li Tirkiyeyê edelet tune ye. Em jî dixwazin ku êdî dema ku em serê xwe deynin ser balîfê rihet razên."    'EM WESTIYAN Û TU HÊZA ME NEMA'    Leyla Encu, dayika Şervan Encu, diyar kir ku kurd tiştekî herî biçûk jî li wan bikin ew 10-20 sal cezayê girtîgehê li wan dibirin, lê 34 zarokên kurdan hatin qetilkirin kesek jî nehatiye darizandin û wiha got: "Ez dayika 34 şehîdên Roboksiyê me. Ew her 34 jî kurê min bûn. Tu ferqa 34 kesan ji min re nebû. 11 sal di ser re derbas bûn û kete sala xwe ya 12'an, lê edelet nehatiye Roboksiyê. Em westiyan û êdî tu hêza me nema. Em êdî nikarin xema xwe rakin. Ev 11 sal in her pêncşemê em diçin ser goristanê û ew roj cardin tê bîra me. Di van 11 salan de her serê sibehê zarokên me tên bîra me. Ev 11 sal in şîna me didome. Faîlên zarokên me nehatin darizandin. Em çûn Amedê, Enqereyê, Stenbolê û hemû bajarên Tirkiyeyê. Lê em çûn ku Tayip Erdogan ji me direvî. Me digot faîlên zarokên me nîşanî me bidin, lê nîşanî me nedan. Niha kesek kevirekî diavêje wesayitên zirxî 10-20 salan cezayê girtîgehê li wan dibirin. Me negotiye bikuje, em dibêjin faîlên me bidarizîne."    'MA EV BI PEREYAN TÊN FIROTIN?'   Encuyê di berdewama axaftina xwe de got ku di van 11 salan de hêviya malbatan a ji bo edeletê hatiye şikandin û wiha dom kir: "Ji wê rojê heta niha tu aramiya me nema, xweşî nemaye. Tu heqê dewleta tirk li ser me hebû? Çûyin û hatin serbest bû. Bi zanebûn zarokên me qetil kirin. Em dibêjin edelet, ew dibêjin komkujî. Ji wê rojê heta niha komkujiyê li ser gelê kurd dikin. Her 3 mehan carekî tên gazî malbatan dikin û dibêjin, 'tazmînatê bistînin.' Ka bila kujerên zarokên me biavêjin girtîgehê em ê pere bidin wan. Emîne Erdogan hat got, 'soz be em ê kujeran darizînin.' Lê çû û ew edelet nehat. Kiliçdaroglû hat û ew jî ji bo kursiya xwe raya kom bike hat. Baweriya min bi edeletê nayê. Heke ku îqtîdara Erdogan bikeve dibe ku wê demê hêviya edeletê çêbibe. Ew cenazeyên ku li ser traktoran bar kirin û anîn em jibîr nakin. Ji me re gotin, 'em ê pere bidin we kadroyan bidin we.' Ma ev bi pereyan tên firotin? Ma pere wê wan bide jibîrkirin? Ez heta sibehê jî bibêjim ev kula dilê min hênik nabe. Me gelek got û vegot, lê tiştek jê derneket."   'ŞÛNA KUJERAN EM HATIN DARIZANDIN'   Xezal Encu, dayika Cemal Encu jî anî ziman ku li şûna kujerên zarokên wan ew hatine darizandin û got: "Kurê min digot 'ez ê dibistanê bixwînim û bibim mamoste.' Lê nehiştin ku bixwîne û bibe mamoste. Xîzanî bû û li ser wê debara me dikirin. Me tu carî hizra kuştina wan nekiribû. Roja ku hatiye qetilkirin jî destên wî gerim bûn. Heger ku gihîştibana nexweşxaneyê dibû ku bihatanan rizgarkirin. Di van 11 salan de tu guhertin çênebû. Heçiyê ku hat soza ji bo edeletê da. Lê edelet neanîn, kujer nehatin darizandin û hesab nedan. Ev 11 sal in ji bo me tu tişt nekirine. Bi qasî ku me gotiye edelet, edelet nehatiye. Li şûna ku kujerên zarokên me bên darizandin, em birin dadgehan û cezakirin. Di malbata me de 10 kes ji ber ku edelet xwestin tên darizandin. Ma ev ne neheqî ye? Heta ku em hebin em ê bibêjin edelet. Kiliçdaroglû hat û got, 'ez ê edeletê bînim' û çû û li pişt xwe nezîvirî. Hemû zarok bûn. Yek ji wan jî kerek jî di destê wan de nebû. Edelet nayê. Gelek neheqî li me hat kirin."   'HETA KU ERDOGAN NEÇE EDELET NAYÊ'   Huseyîn Encu, bavê Îslam Encu jî, bi lêv kir ku tu hêviya wî ya ji bo edeletê nemaye û ev tişt gotin: "Danê êvarî bû û xwe amade kir û çû. Piştî çend saetan ew bombardûman kirin. Heta niha gelek kes hatin, lê kesek li ser soza xwe nesekinî. Her kesî heman soz dabû. Cihek nema ku em neçûnê. Lê her hewledaneke me bê encam ma. Tu heviya me ji bo edeletê nemaye. Heger edelet hebûya dê di 2011'an de bihata. Daxwaza me tenê edelet e. Dosyeyên me red kirin û li ser nesekînin. Lê tişta ku ji me tê em ê li ser bisekinin. Edelet nîn e, nemaye. 10 salên din jî di ser re derbas bibin edelet nayê. Heta ku Erdogan neçe edalet nayê. Bangawaziya me ew e ku her kes di roja komkujiyê de bê ser goristanê û wê rojê jibîr neke."    MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal