‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye' 2022-12-24 09:20:15   AMED - Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî bi ser avahiya DBP'ê de hatiye girtin û got ku dozgerî û dadgerî erka Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xesp kirine.    Bi hinceta lêpirsîna bi navê "PKK/KCK"ê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û hevserokên partiyê yên Amedê jî di nav de der barê 15 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Bi vê biryarê re di serî de Navenda Giştî li 9 bajaran bi ser avahiyên partiyê û malan de hatin girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û hevserokên bajêr jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Di avêtina ser Buroya Pêwendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya Amedê û avahiya DBP'ê ya Amedê de lêgerîn 7 saetan dewam kir.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Parêzer Ozum Vûrgûn got ku dozgerî û dadgeriya Amedê bi biryara lêgerînê erka Serdozgeriya Dadgeha Bilind binpê kirine.    DERIYÊ PARTIYÊ HAT ŞIKANDIN   Vûrgûn da zanîn ku polîs bêyî ku haya rayedarên DBP'ê pê bixin dest bi lêgerînê kirine û wiha got: "Tê gotin ku duh serê sibehê saet li texma 06.40'î de tevî keya û azayên wî ketine hundirê avahiyê. Serê sibehê saet di 08.40'î de gava du xebatkarên DBP'ê tên partiyê, wan naxin hundir. Ji wan re dibêjin li hundir lêgerîn heye. Em bêjin saet di 06.40'î de ketibin hundir, heya saet 08.40'î tu parêzer û nûnerên partiyê ne li wir bûne. Piştî 08.40'î nûnerê partiyê dikeve hundir. Heya vê saetê çi li hundir hatiye kirin em nizanin. Gelo bi belgeyekê çûn ketin hundir? Wan bi xwe delîl birine yan na? Ji lew re deriyê partiyê şikandine û ketine hundir. Bêyî haya endamekî partiyê jê hebe ketine hundir. Gava em parêzer çûn wir, me ji polîsan re got ya hûn dikin bêhiqûqîtî ye. Ji ber vê me îmze danenî bin zabitnameya lêgerînê."    ‘DOZGERÎ Û DADGERÎ ERKÊ BINPÊ KIRINE'   Vûrgûn bilêv kir ku lêgerîna hatiye kirin û avêtina ser partiyê bi temamî dijhiqûqî ne û wiha got: "Ji lew re yê di hundirê vê dosyeyê de wekî gumanbar xuya dike Keskîn Bayindir e. Di zabitnameya lêgerînê de, di biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê de bi awayekî pir zelal hatiye eşkerekirin ku dosye di çarçoveya lêpirsîna der barê Keskîn Bayindir de hatiye destpêkirin. Lê ji ber kesayetiya sazîbûnî û siyasî ya Keskîn Bayindir, bi biryara lêgerînê ya der barê Navenda Giştî û hevserokên bajêr de, biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Di lêgerîna li navenda giştî ya DBP'ê û hevserokatiya bajêr de meqama dozgeriyê ya Amedê û meqama dadgeriyê erkê xesp kirine û vê lêgerînê bi awayekî bêhiqûqî kirine. Li vir ê gumanbar Keskîn Bayindir e. Dikarin li mal û kargeha gumanbar lêgerînê bikin. Di warê hiqûqî de ev prosedur tê pêkanîn. Lê ji bo li partiyeke siyasî lêgerîn bê kirin, çendî der barê hevserokê giştî yê partiyê de lêpirsîn hebe jî, ew der ne kargeh e. Jibîr kirine ku ev der partiyeke siyasî ye û wekî kargehek be dest bi lêgerînê kirine. Ev bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dikare bê kirin."    ‘DELÎLAN ZÊDE DIKIN'   Vûrgûn diyar kir ku ya hatiye kirin bi temamî xespkirina erkê ye û bêhiqûqî ye û ev tişt gotin: "Di dema lêgerînê de me ev xal diyar kir û me xwest materyalên hatine wergirtin demildest teslîmî me bên kirin. Gotin ew vê yekê qebûl nakin. Her wiha hemû ewraqên li navenda giştî ya DBP'ê jî wekî yên Keskîn Bayindir bin hatine wergirtin. Bi vî awayî dixwazin delîlên dosyeyê zêde bikin."