Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin 2022-12-24 13:34:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li çolterên Amed, Çewlig, Êlih û Mûşê bi beşdariya 3 hezar û 650 leşkeran operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li çolterên Amed, Çewlig, Êlih û Mûşê bi tevlibûna 3 hezar û 650 leşkeran operasyona leşkerî hat destpêkirin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û cigirê xwe Mehmet Ersoy, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arif Çetîn, WaliyêAmedê Alî Îhsan Sû, Waliyê Çewligê Kadîr Ekîncî, Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz û Waliyê Êlihê Ekrem Canalp li baregeha leşkerî ya Valî Aydin Arslan a li navçeya Licê ya Amedê kom bûn û operasyonê dan destpêkirin.